Hevserokê Meclisa Dêrik bang li Iraq û Başûr kir: helwesta xwe zelal bikin

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrik bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku helwesta xwe der barê dagirkeriya Tirk de nîşan bidin.

Hevserokê Meclisa Dêrik bang li Iraq û Başûr kir: helwesta xwe zelal bikin
6 hezîran, 2021   02:59
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH

Dagirkeriya Tirk ji 23'yê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê  êrişan pêk tîne û çekên qedexe bi kar tîne. Li aliyekî din gerîla li hember vê dagirkeriyê li ber xwe didin.

Der barê sûcên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê, Hevserokê Meclisa Dêrikê Mihemed Ebdurehîm axivî.

Mihemed Ebdurehîm diyar kir ku ji 23'yê Nîsanê ve, piştî ku Erdogan bi serokê Amerîkayê re axivî û Amerîkayê komkujiya li dijî Ermeniyan nas kir, dewleta Tirk êriş li dijî Avaşîn, Metîna û Zapê da destpêkirin.

Ebdurehîm destnîşan kir ku ev êriş wek biryara qirkirinê ye û armanca dewleta Tirk jê ew e ku fikira azad, felsefeya azad, têkoşîn û berxwedanê tune bike.

Ebdurehîm lê zêde kir ku dewleta Tirk di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên qedexe bi kar anî. Ebdurehîm anî ziman ku armanca dewleta Tirk ne tenê Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, lê belê hemû gelên herêmê û fikira azad tune bike.

Ebdurehîm îşaret bi berxwedana gerîla kir û got:" Tevî tekenolojiya pêşketî ya artêşa Tirk, lê belê HPG'ê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, bi qehremanî li ber xwe didin".

Ebdurehîm xemgîniya xwe der barê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê anî ziman û got:" Gelê kurd bi rêyê çalakî û xwepêşandanan helwesta xwe li dijî van êrişên nîşan dide, lê mixabin hikumeta Başûr der barê vê yekê tu helwest nîşan neda."

Ebdurehîm wiha domand:" Hikumeta Başûrê Kurdistanê nahêle ku gel derkevin xwepêşandanan û nêrînên xwe der barê êrişên dewleta Tirk de bîne ziman û yekser wan dixe zîndanan".

Ebdurehîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku helwesta xwe der barê êrişên dewleta Tirk nîşan bide.

Hevserokê Meclisa Dêrikê Mihemed Ebdurehîm Ebdulrehîm got:" Hikumeta Iraqê dikar ji aliyê qanûnî û bi rêyê qanûna navneteweyî zext li dewleta Tirk bike'

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_CnHHkVrJLQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>