Rojnamevan Altan: Dewleta Tirk dixwaze binkeftina xwe bi destê PDK'ê derbas bike

Rojnamevan Erdogan Altan destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çû hêzên PDK'ê wek rizgarkerên wan ketin dewrê û got: "Ev êriş jî hemû bi erêkirina Amerîka û hikumeta Iraqê pêk tên."

Rojnamevan Altan: Dewleta Tirk dixwaze binkeftina xwe bi destê PDK'ê derbas bike
6 hezîran, 2021   00:56
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Berxwedaniya gerîlayên azadiyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê ket roja xwe ya 45`an. Rûxmî hemû teknîka pêşketî yên di destê dewleta Tirk de heya niha li herêmê bi encam nebûye. Ji ber ku dewleta Tirk li hember gerîla nekarî bi pêşde biçe duh di saetên sibehê de sewqiyatên leşkerî yên hêzên Iraq û PDK`ê li herêma Metîna pêk hat. Her du hêzan êrişî kampa gerîla ya herêma Metînayê kirin.

Derbarî êrişê de HPG'ê daxuyanî da û diyar kir ku, bi armanca ku werin hişyarkirin bi çekên şexsî gule hewayê avêtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nayê zanîn bûyera dijî pêşmergeyan di encama bombebarana Tirkiyeyê an jî teqînek de çêbûye. Her wiha endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Taqî, destnîşan kir ku, pêşmergeyên li herêma Metîna, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane. Di heman rojê de û piştî gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi 3 rojan balafirên dewleta Tirk ên bê mirov a bi çek (SÎHA) Mexmûr bombebaran kir.

Siyasetmenderên li herêmê vê rewşa duh ya li Başûrê Kurdistanê ku li pey hevdû pêk hat wekî provakasyon û sedema neçariya dewleta Tirk şîrove dikin.

Rojnamevanê li herêmê Erdogan Altan jî diyar dike ku ev bûyer hemû di çarçoveya plansaziyekê de pêk hatine.

`LI AVAŞÎN, METÎNA Û ZAGROSAN ASÊ MANE`

Altan derbarê êrişên li ser qadên Parastinê yên Medyayê de anî ziman ku dewleta Tirk li Mêtîna, Avaşîn û Zapê asê maye. Altan got, ji ber taktîkên nû yên hêzên gerîla û erdnîgariya herêmê ew plansaziya ku danîbûn pêşiya xwe bi ser neketin û nikarin gavekê jî pêş de herin û wiha domand: “Neçar mane ku ji gelek cihan xwe paş de bikişînin. Ji ber vê jî Erdogan beriya çend rojan Mexmûr hedef nîşan da. Ev gefxwarinek li ser hikumeta herêmê û taybet hikumeta Iraqê ye jî. Dewleta Tirk ji bo hikumeta Iraqê dosyekek rê kiriye ku tê de gotine `Eger hûn destûr nedin em êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin an jî alîkariya me nekin em ê êrişî Mexmûr û Şengalê bikin.` Ev dide nîşandan ku di êrişan de destê Amerîka û Iraqê heye û NY jî di vê mijarê de durûtî dike.”  

`NY`YÊ HIŞYAR KIR LÊ TENÊ DI HIŞYARIYÊ DE MA`

Li gorî agahiyên Altan ji saziya NY girtiyê, SÎHA`yên ku wargeha Mexmûr ku nêzî 12 hezar şênî lê dijî bombebran kirine, ji navenda MÎT ya Hewlerê rabûne û got: “Ev balafir bi destûra hikumeta Başûrê Kurdistanê ser asîmanên herêmê digerin. NY'yê gelek caran dewleta Tirk hişyar kiriye lê tenê di asta hişyariyê de ma ye. Ev êrişa li ser Mexmûr jî ji aliyê SÎHA`yên navenda MÎT`ê ya Hewlerê pêk hatiye. Gef û êrişên bi vî awayî wê berdewam bike ku di gefa Erdogan de jî diyar bû bû.”

PLANSAZIYA PDK Û IRAQ`Ê

Altan derbarê sewqiyatên hêzên PDK û Iraqê de anî ziman ku PDK`ê dixwazê bi çeteyên "Artêşa Azad a Sûriyê" û hêzên Iraqê re têkevin herêmê û got: “Bi van xwestekan re li pêşiya leşkerên Tirk wê qadê vekin û noqteyan çêbikin. Li pişt wan jî arteşa Tirk bi tang û topên xwe di wan cihan de bi cih bibin. Ev plansaziya wan e. Cara 8`emîn e ku hêza Gulan û Zerêvan ku taybet girêdayî Mesûd Berzanî ne di herêma di navbera Xinerê û Qendîl û herêma Behdînan û Bradostê de provakasyonan çêdikin. Ev jî heman provokasyonên ku tiliya dewleta Tirk tê de heye.”

`CENGÎZ HOLDÎNG LI BAŞÛR NIRXÊN BINERD DIGERIN`

Altan tekildarî firotina erd, birîna darên li herêma Başûrê Kurdistanê jî got: “Firotina erdên li herêmê di hevdîtina serokê parlementerê herêma Kurdistanê de ya di konsolosa dewleta Tirk ya li Hewlerê hat îspatkirin ku derdora 43 barergehên dewleta Tirk li herêma Behdînan ji aliyê Cengîz Holdîng ve hatine kirîn. Ev danûstandin ji aliyê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li ser endamê Polîtbûroyê PDK`ê Elî Ewnî tê kirin. Elî Ewnî li herêma Behdînanê yê pêşiya dewleta Tirk û MÎT ji bo bi cih bibe hevkariyê dike ye. Ji aliyê gelê herêmê nerazîbûn li dijî van sûcên PDK hene. Her wiha ji aliyê şîrketên PDK`ê û 3 şîrketên taşeron ên girêdayî Cengîz Holdîng ku ya dewleta Tirk e li herêmê nirxên binerd digerin. Li derdora barergehan rêyan çêdikin û darên herêmê dibirîn û difiroşin.” 

ANHA