Rêveberiya Xweser: Divê gel ji fitneyan hişyar be û mafên wan ên xwepêşandanên aştiyane hene

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyên Minbic û eşîrên wê kir ku nekevin xefka kesên fitne û parçebûnê çêdikin, ewlehî û berjewendiya giştî biparêzin. Ji ber aliyên derve van xwepêşandan û xwestekên gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Rêveberiya Xweser: Divê gel ji fitneyan hişyar be û mafên wan ên xwepêşandanên aştiyane hene
2 hezîran, 2021   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê geşedanên dawî yên li bajarê Minbicê eşkere kir û bang kir ku destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê di 15`ê Tebaxa 2016`an de ji aliyê QSD`ê, şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, gelek alî hewl didin bi awayekî plankirî ji nû ve terorê zindî bikin û Minbic û herêmên wê ji aramiya ku ji destpêka rizgarkirina wê ve peyda bûye têk bibin. Ji ber ku beriya rizgarkirinê şêniyan gelek azar ji destê DAIŞ’ê dîtin û beriya wê ji destê hikumeta Şamê dîtin. Lê niha bi saya qurbanî û kedên QSD’ê û şêniyên Minbicê aramî û ewlehî heye.

Şertên şikandina aramiya vê herêmê ji aliyê hikumeta Şamê, çeteyên bi desteka dewleta Tirk û dewleta Tirk bi xwe jî berdewam in, da ku nehêlin şêniyên Minbicê bi aramî û rûmet bijîn, lê ev şer binketî ne.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim piştrast dikin ku tevgera xwepêşandanên aştiyane di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de mafekî parastî ye û em bi xwestekên gel ên giştî re ne, di heman demê de rêzê ji maf û erkan re digirin, lê aliyên derve û bi piştgiriya hikumeta Şamê û şaneyên wê, her wiha dewleta Tirk, çete û şaniyên wê û şaneyên rêxistina DAIŞ`ê bi isbatan hewl didin xwepêşandan û xwestekên gelê Minbicê yên ku ji beriya çend rojan ve ji bo xwestekên xwe yên diyar û berêdana wan a ber bi aliyên şaş ve ku ne li gorî berjewendiyên gelê Minbicê ye, li gorî berjewendiyên xwe pêk bînin.

Di heman demê de baweriya me bi zanebûna gelê me yê li Minbicê û eşîrên wê yên resen û tevahiya kesên dilên wan bi ser berjewendiyên Minbic û şêniyên wê ve heye ku rê li pêşiya aliyên dixwazin van xwepêşandanan li gorî xwe bi kar bînin û aramiya Minbic û herêmên wê têk bibin, bigirin. Her wiha bi hêvî ne ku her kes li hemberî hewldanên derxistina fitne û parçekirinê hişyar be û bi van lîstokan neyên xapandin, li aliyekî din jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku parastina ewlehî û berjewendiyên giştî bike, li aliyekî jî parastina armancên ji wan bi sedan lehengên Minbicê canê xwe ji bo wan feda kirine, bikin, di serê pêşî de şehîd Feysel Ebû Leyla û Ednan Ebû Emced û rêhevalên wan. Di dawiyê de em  Rêveberiya Xweser li ser soza xwe ne ku rêveberî li ser bingeha wê hatiye avakirin, ku ew jî xizmeta gel û garantiya jiyana biewle, aram û birûmet e."

(eh)

ANHA