​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Divê civak li hember şerê taybet hişyar be

Endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Şehbayê piştrast kir ku hin alî rewşa heyî li herêmê û rewşa koçberiyê keysbaz dikin û dixwazin civakê ji wateya hebûnê derxin û şerê taybet bi kar tînin, her wiha gotin bi rêya perwerde û rêxistinkirinê dê her kes karibe li hember siyasetên li dijî îrade û berxwedana wan a şoreşgerî bisekinin.

​​​​​​​Ciwanên Efrînê: Divê civak li hember şerê taybet hişyar be
3 hezîran, 2021   00:47
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk û MÎT’a Tirk bi hevkariya hin aliyên hundirîn û derve rewşên zehmet ên koçberiyê ku koçberên Efrînê di nava kamp û malên hilweşiyayî de li kantona Şehbayê dikşînin, keysbaz dikin.

Dewleta Tirk ji koçberkirina şêniyên Efrînê bi darê zorê, pêkanîna sûc û binpêkirinan li dijî wan têr nebû, lê belê dixwaze civakê bi rêya bikaranîna şerê taybet li ser toreyên tevna civakî li dijî beşa ciwanan bikar bîne û armanca wê jî ku mejiyê ferdên civakê bidize û vala bike.

Li beramberî vê yekê jî hikumeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê didomîne. Derfetê nade ku kelûpel û sotemenî derbasî herêmê bibin û bi vê yekê zehmetiyên şêniyan bi hebûna endamên leşkerên wê û hêzên Rûsî li herêmê, zêde dike.

Bi hatina sala 4`emîn a koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrînê û dagirkirina wê bi erêkirina ji aliyê hêzên Rûsî û hevkariya hikûmeta Şamê re, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li ser gundewarên kantona Şehbayê û gundewarên navçeya Şera û Şêrewa yên girêdayê kantona Efrînê ya dagirkirî re bi awayekî rojane didomîne û komkujiyan li dijî zarok û sivîlan pêk tîne.

Her wiha çete, istixbaratên dewleta Tirk û aliyên dijminahiyê dikin hewl didin ajanan ava bikin û bi rêya idîa û gotegotan şerê piskolojîk bi kar tînin û armanca wê jî ku metirsiyan di nava şêniyan de ava bikin û tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û Ermenan de, derxin.

Dewleta Tirk hewl dide madeyên hişbir û karê derexlaqî  di nava pêkhateyên civakî de belav bike da ku wan dûrî çand, zihniyeta berxwedêr, şer gelê şoreşgerî bixe, aramî û ewlehiya herêmê têk bibe. Dewleta Tirk di vê yekê xwe dispêre kesên xwefiroş û komên sîxuran.

BERXWEDANA GELÊ ŞOREŞGERÎ LI BERAMBERÎ VAN SIYASETAN

Rêveberiya herêmî ku ji pêkhateyên herêmê li kantona Şehbayê hatiye avakirin dikarîbû ku li hember hemû hewldanên têkbirina îradeya gelê berxwedêr û şoreşger, bisekine. Lidarxistina civîn û semîner ji şêniyan re zêde kirin. Dewreyên perwerdeyên fikrî ji endamên sazî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger re vekirin. Armancên hêzên dagirker û rastiya wan diyar kirin.  Her wiha rêveberiya herêmî şênî li ser têgeh û projeya şoreşa Rojava, çawaniya xwebirêxistinkirina li hember dijmin gelê Kurd perwerde kir.

Têkildarî mijarê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Ehdas Rûla Mihemed wiha got: "Piştî ku şêniyên Efrînê neçarî koçberiya ber bi kantona Şehbayê bûn, me bi rêya vekirina navend, saziyan û bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji nû ve xwe bi rêxistin kir da ku li hember komployên ku li dijî me têne kirin, bisekinin."

Rûla Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet rojane kantona Şehbayê dike hedef. Armanca wê ji vê yekê ku îradeya koçberên Efrînê bişikîne. Parastina civakê ji êrişan wek Tevgera Ciwanên Şoreşger erka me ye. Em bi rêya dayîna semîner û vekirina dewreyên perwerdeyê ji şênî û ciwanan re vê yekê dikin."

Rûla Mihemed diyar kir ku hêzên ku dixwazin îradeya gel têk bibin di serî de beşên ciwan di civakê de dikin hedef da ku civakê ji wateya wê derxin.

REWŞÊN KOÇBERIYÊ KEYSBAZ DIKIN DA KU ŞERÊ TAYBET BI KAR BÎNIN

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Xalid Xalid jî ev tişt anî ziman: "Bi sala 4`emîn a koçberkirina me re, dewleta Tirk û hikûmeta Şamê rewşên koçberiyê li kantona Şehbayê keysbaz dikin. Civak, beşên ciwan û jinên ciwan bi rêya şerê taybet dikin hedef û armanca wê parçekirina civakê ye û dûrxistina wê ji fikr û çanda wê ya resen e. Her wiha dixwazin civakê ji îradeya wê ya rêxistinkirî, qut bikin."

Xalid Xalid teqez kir ku yek ji erkên wan wek Tevgera Ciwanên Şoreşger parastina civakê ye nexasim beşa ciwan da ku li pey şêwazên şerê taybet ku hêzên dagirker bi kar tînin, neçin û ew beşa ciwan ji pêkhateyên Ereb û Kurd her wiha pêkhateyên din perwerde dikin û birêxistin dikin û asta xeteriya dewleta dagirker û dijminatiya wê bi wan didin naskirin.

Xalid Xalid destnîşan kir ku ew wek endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo rizgarkirina Efrînê û sekna li hember êrişên dagirkeran li ser herêmê bi hemû şêwzên wê çi bi şerê taybet çi bi yê leşkerî re, amade ne.

GIRÎNGIYA PERWERDEYÊ JI BO SEKNA LI HEMBER ŞERÊ TAYBET

Girêdayî mijarê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Gulê Cimo destnîşan kir ku xebatên girêdayî rêxistinkirina ciwanan di hemû aliyan de ye, bandora vê jî di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê di sala 2018`an de derkete holê ku çawa ciwanan rola xwe ya dîrokî di sekna li hember êrişan de, pêk anî.

Têkildarî girîngiya rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan Gulê Cimo ev tişt got: "Em dibînin ku di dema heyî de girîngiya perwerdeyê heye bi taybet di rewşên şer û koçberkirina ji warên xwe. Ji ber hêzên dagirker vê derfetê keysbaz dikin û dixwazin civak û pêkhate nexwasim ciwanan parçe bikin."

Gulê Cimo wiha axaftina xwe domand: "Armancên stratîjîk ên Desteya Ciwan û Werzîşê rêxistinkirina civak û ciwanan di hemû aliyan de ye, danesîna rastiya şerê taybet e. Armancên hêzên ku dixwazin civakê têk bibin û şêwazên ku bi kar tînin. Gelek aliyên hundirîn û derve hene bi awayekî zêde li ser toreyên tevna civakî bi rêya sîxurên xwe dixebitin û propegendaya madeyên hişbir û karên derexlaqî di nava beşa ciwan de dikin. Armanca wan jî ku civakê ji koka wê hilweşînin, îradeya civakê û rêveberiya hatiye avakirin bikin hedef û  projeya berxwedanê ji çarçoveya wê derxin."

Di dawiyê de Gulê Cimo teqez kir ku topbarana li ser kantona Şehbayê didome û dorpêça giran bi awayekî neyênî bandorê li civakê di hemû aliyan de, dike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MuwwSUzKg-A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>