Şêniyên taxa Teyî: Êdî em pêdiviyên xwe ji komînên xwe dabîn dikin

Şêniyên taxa Teyî avakirina komînan li taxê bi gaveke erênî nirxand û got “Beriya derxistina Dîfaa El-Wetenî ji taxê pêwîstiya me bi çi hebûya me serdana Komîna Şehîd Orhan dikir, lê niha em girêdayî komînên xwe ne.”

Şêniyên taxa Teyî: Êdî em pêdiviyên xwe ji komînên xwe dabîn dikin
29 gulan, 2021   07:24
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî a Qamişloyê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, Meclisa Gel a Qamişloyê dest bi pêkanîna kar û xebatan di taxê de kir.

Meclisa Gel a Qamişloyê li ser daxwaza şêniyên taxê 4 komîn bi navên şehîdên taxê ku di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, vekirin.

Girêdayî vê mijarê şêniyên taxa Teyî nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/05/29/072610_dsc_0019.webp

Seda El-Elî hevseroka Komîna Şehîd Dogan e û da xuyakirin ku karê komînan ew e ku pêdiviyên gel dabîn bike û bibe berdevkê taxa xwe û wiha domand: "Me bang li Meclisa Gel kiriye da ku piştgiriya me bike.”

Seda wiha pê de çû: "Beriye derxistina Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî em girêdayî Komîna Şehîd Orhan a li nêzî taxê bûn. Pêwîstiya me bi çi hebûya me serdana Komîna Şehîd Orhan dikir, lê niha em girêdayî komînên xwe ne.”

Seda da zanîn ku wan niha dest bi hejmartina şêniyên girêdayî komîna xwe kiriye.

Li aliyekî din şêniyê bi navê Mihemed El-Hisên diyar kir ku nêzî ji sedî 70`yê şêniyên taxê para xwe ji gazê bir û bi şêwazeke adil hat belavkirin û wiha got: "Sîstema komînan sîstemeke pak e, ji ber ku bi rêya komînan belavkirineke adil tê kirin. Beriya vê demê belavkirinek adil tune bû, me bi 20 hezar lîreyên sûrî lûleya gazê dikirî, lê niha em wê ji komînê bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê dikirin.”

El-Hisên destnîşan kir ku Şaredariya Gel a Qamişloyê taxa Teyî ji çopê paqij kir û wiha dewam kir: "Em kêfxweş in ji ber ku me gaz stend ku beriya niha li taxa Teyî belavkirina  wê tune bû. Ji ber wê me ji taxên derdorê ji xwe re peyda dikir.”

/kr/uploads/files/2021/05/29/072645_dsc_0028.webp

20`ê Nîsanê çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li taxa Teyî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû û şer derketibû. Şerê li taxê berfireh bû û gihaşt taxa Hilko. Di 26`ê Nîsanê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn çete ji taxa Teyî derxistin.

ANHA