Artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi daristanên Efrînê xist

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berêvara îro agir bi daristanên hawîrdorê yên çiyayê Hec Hesna û gundên Basilê û Cilbirê yên Efrîna dagirkirî xist.

Artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi daristanên Efrînê xist
27 gulan, 2021   19:16
ŞEHBA

Di çarçoveya siyaseta guhartina demografî, îmhakirina xweza û çanda Efrîna dagirkirî de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûc û kiryaran pêk tînin.

Îro çeteyên bi navê "Lîwa Semirqend" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker agir bi darên hawîrdorê yên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî xist û bi wê re jî agir bi dirêjahiya 7 kîlometreyan ket û heta bi navçeya Mabeta çû.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîna dagirkirî, agir bi darên li gundên Basilê û Cilbirê xist, bi wê re jî agir heta derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê çû.

Çavkaniyên ji herêmê piştrast kir ku nêzî 2 hezar darên hawîrdorê bi rûbera 20 hêktar şewitîn.

Ev ne cara yekemîn e ku çeteyên dagirkeriyê daristanên li herêmê dişewitînin, par bi dehan hêktarên zeviyên çandiniyê, darên hawîrdorê û zeytûnê şewitandin, da ku êzingên wan bifiroşin û komirên wan li sûkan bifiroşin.

(fr)

ANHA