Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Şêniyên Tirbêsipiyê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê, bi bîr anîn. Her wih Meclisa Malbatên Şehîdan nasnemeya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di encama nexweşî de, şehîd bûbû eşkere kir.

Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Şêniyên Tirbêspiyê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
23 gulan, 2021   12:21
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbêsipiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê, 30 şehîdên ku di meha Gulanê yên di salên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li holê Nadî El-Siyahî ya bakurê navçeyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre malbatên şehîdan mûm li pêşiya wesîqetên şehadetê yên ewladên xwe vêxistin.

Di berdewamiya merasîmê de, sînevizyonek ku têkildarî jiyana 30 şehîdî hate pêşandan.

Di merasîmê de, Endamê Rêveberiyê Meclisa Navçeya Tirbêspiyê Cesûr Silêman axivî û piştrast kir ku ewladên herêmên tiştên herî buha feda kirin da ku şênî bi azad û ewle bijîn.

Şehîdên ku di merasîmê de hatin bibîranîn ev in: Xêr El-Dîn Silêman, Heqî Celal Hisên, Şêxmus El-Elî, Ehmed El-Ebas, Welîd Erefat, Muhened El-Mutleq, Ridwan El-Hisên, Mihemed Birot, Ebdulrehmen Temo, Kîlan Ibrahîm, Qehreman Ibrahîm, Rifa El-Xetîb, Mihemed El-Hebîb, Ristem Hisên, Niştîman Omer, Dilgeş Silêman, Mihemed Xêr Hezinî, Reşîd El-Lawî, Silêman Ehmed, Hacim El-Ebas, Zekiye Mihemed Xeribî, Ebdulxenî Ibrahîm, Nesir El-Dîn Silêman, Mihemed Ebdulmehmin, Bedirdîn Elî, Dilovan Silêman, Ceryan Şahîn, Hindirîn Silêman, Mûeyed El-Ebas û Edwan El-Elî.

Di dawiya merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Silêman Temo ku di 9'ê Gulanê de ji ber nexwaşiyê şehîd bûbû, eşkere kir.

(dm)

ANHA