Welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm di 40 rojiya xwe de hate bibîranaîn

PYD`ê 40 rojiya kesayeta welatparêz û endama meclisa xwe li Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm li goristana sivîlan a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo, lidar xist.

Welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm di 40 rojiya xwe de hate bibîranaîn
23 gulan, 2021   12:32
QAMIŞLO

Şemsedîn Mele Îbrahîm (75) di 13`ê Nîsana borî de di encama kirîza mejî de, jiyana xwe ji dest da.

Şemsedîn Mele Îbrahîm bi têkoşîn û hezkirina ji doza gelê xwe re dihat naskirin û zêdetirî 50 salî têkoşiya. Piştî ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê di salên 80`yî de nas kir li herêmên Rojava xebatê siyasî û civakî meşand û piştî damezirandina PYD`ê di sala 2003`an de tev li nava refên partî bû.

Di merasîma 40 rojiyê de endamê meclisa giştî ya PYD`ê Mustefa Ehmed wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata Şemsedîn Mele Îbrahîm re dixwazin. Mele Îbrahîm jiyana xwe fedayî doza gelê xwe kir da ku gel azadiya xwe bidest bixe. Heta kêliya jiyana xwe ya dawîn teslîmkarî red kir."

Mustefa Ehmed wiha domand: "Me Şemsedîn Mele Îbrahîm ji xwe re weke mamosteyekî hilbijart. Têkoşîna bi wî ji me re rûmet e. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wî û rêya hemû şehîdan bin."

Paşê kurê Şemsedîn, Ciwan Mele Îbrahîm axivî û spasiya hemû beşdaran kir. Ciwan wiha domand: "Beşdarbûna we ji bo me cihê serfiraziyê ye û girêdana we bi kesayetên welatparêz ve eşkere dike."

Ciwan Mele Îbrahîm di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Şemsedîn Mele Îbrahîm ne tenê bav bû. Mamoste û nimûne bû. Di me de rihê welatparêziyê çand. Heta kêliyên dawîn ji jiyana xwe tekez kir ku serkeftin a me ye, tu kes nikare îradeya me têk bibe. Ji destpêka em biçûk bûn îşaret bi girîngiya girêdanên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ve û şopandina rêya şehîdan, dikir."

Ciwan Mele Îbrahîm soza şopandina rêya bavê xwe, hemû şehîdan û berxwedana siyasetmedaran di girtîgehên dewleta Tirk de da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şopandina vê rêya erka me ye heta ku em azadiya rêber Abdullah Ocalan û Kurdistanê bidest bixin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fDYrm-Bh2uQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>