Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi Koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 3 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 78 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi Koronayê ketine
23 gulan, 2021   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Hesekê û mêrek û jinek ji Qamişlo ne.

Ciwan Mistefa tekez kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 49 mêr û 29 jin û li van herêman in:

Hesekê: 6

Qamişlo: 12

Dêrik: 1

Kobanê: 6

Reqa: 24

Dirbêsiyê: 2

Tebqa: 19

Minbic: 4

Şehba: 2

Kampa Holê:  2

Ciwan Mistefa diyar kir ku 3 kesên ku berê bi Koronay ketibûn, baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 441 kes bi Koronayê ketine, ji wan 717 kes mirine û hezar û 766 kes jî baş bûne.

(dx)

ANHA