Aborînas: Divê di navbera Rêveberiya Xweser û civakê de hewldanên hevpar hebin

Aborînas Çeleng Umer destnîşan kir ku divê di navbera Rêveberiya Xweser, civakê û qadên taybet de hewldanên hevpar çêbin û divê rewşa xemsarî û bendewariya ji jor ve çareserî werin diyarkirin, were derbaskirin.

Aborînas: Divê di navbera Rêveberiya Xweser û civakê de hewldanên hevpar hebin
22 gulan, 2021   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Akademîsyen û aborînasê ji Rojavayê Kurdistanê û pisporê aboriya navneteweyî Çeleng Umer ji ANHA`yê re axivî. Umer diyar kir ku nabe herêmên Rêveberiya Xweser ji bandorên aloziyên aborî ku tevahiya Sûriyê pê re rû bi rû ye û ji beriya deh salan ve di encama aloziyê de derketiye, were qutkirin, her wiha ji cezayên Amerîkayê û Ewropayê yên li ser hikumeta Şamê ferz kiriye, qut bibe.

Çeleng Umer wêranbûna pîşesaziya Sûriyê û têkçûyîna aborî bi bîr xist û ev agahî dan: “Divê mirov wêraniya ku gihîştiye qadên aborî yên Sûriyê ji bîr neke. Zêdetirî 530 milyar dolar bû xisar û ev yek jî 9 qadên hilberîna herêmî ya giştî ya sala 2010`an e anku beriya şer gur bibe, daket. Li aliyekî din jî mirov hilweşîna buhaya lîreyê Sûriyê ku ji par ve dema DYA`yê li gorî Qanûna Qeyser cezayên nû birî, daket.”

Umer îşaret pê kir ku vê faktorê bandorê li rewşa aborî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Ev herêm hîn jî beşek ji Sûriyê ye ku rastî wêraniyeke mezin hat. Nexasim li herêmên ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê rû da yên wekî Reqa, Kobanê, Dêrazor û navçeyên başûrê Hesekê."

Umer nirxandina xwe wiha domand: "Cezayên li ser hikumetê hatine ferzkirin bandorê li herêmê dike, tevî ku soz hatibû dayîn ku herêm li derveyî bandora encamên Qanûna Qeyser bimîne, lê me di pratîkê ev tişt nedît. Ji nû ve avakirin û sererastkirina binesaziyê hewcedariya wê bi sermayedar û taknolojiyê heye û ev jî gelek qeyd û bend li ser hene. Di heman demê de ambargoya li ser herêmê hatiye ferzkirin û kêmbûna piştevaniya ji rêxistinên navneteweyî divê mirov ji bîr neke."

Çeleng Umer ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Ev yek dihêle astengî û rûbirûbûn li pêşiya karînên sûdwergirtina ji madeyên aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike ku pêwîstiya wê bi sererastkirin û çêkirin û xebitandinê heye da ku ji nû ve were xebitandin. Beşeke mezin ji madeyên aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro hatiye rawestandin û di encamê de mirov nikare bibêje ku jêdereke dahatê ye, heta ne hemû madeyên aborî dahatoyeke kêrhatî û dê bikeve gencîneya Rêveberiya Xweser û piştre jî ji xizmetguzariyê, avakirin û zêdekirina debarê re bibe mal.”

‘DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER XÊR Û BÊRA HERÊMÊ BI KAR BÎNE’

Aborînas Umer da zanîn ku ev sedem Rêveberiya Xweser ji berpirsyariya lêgerîna li ser mekanîzma û rêbazên sûdwergirtina ji xêr û berê herêmê û bikaranîna wê ya ji bo geşedanê dûr naxe, her wiha hevkarî û beşdariya civakê ji xebatên aborî re û wiha dewam kir: "Tevî ku di qada geşedanê hilberînan de xwedî sektor in, lê dîsa jî gelek qad ne li gorî asta ku tê xwestin ne."

Çeleng Umer îşaret bi qada çandiniyê kir û got: "Tevî ku hemû sektor peyda ne, lê dîsa jî asta debarê kêm e, di heman demê de pîşesazî jî hîn lawaz e, heta tevî aramî û hebûna hêmanên hilberînê, lê kêm caran kargeh têne avakirin û piraniya kel û pelan jî ji derve tên."

Çeleng Umer di berdewama gotina xwe de ev xal şîrove kir: "Rewşa îro em pê re rû bi rû ne, ew e ku sermayedar berê xwe didin qadên kêrhatî û nadin qadên hilberîner, ev jî dihêle herêm ber bi aloziyan ve biçe. Di vê nuqteyê de bi taybet divê di navbera rêveberiyê, civakê û qadên taybet de hewldanên hevpar çêbin û rewşa xemsarî û xwespartinê ya di civakê de ku li benda çareseriya ji jor ve jê re were derbaskirin. Ev jî bi rêya însiyatîfên civakî û teşwîqkirina sermayedaran a li ser xebata di qadên hilberîner de pêk tê."

Umer anî ziman ku pêwîstiya herêmê bi berfirehkirina hîmên hilberînê, pirrbûna çavkaniyê dahatê û xutkirina mezaxkirinê û xerçkirinê heye û wiha dewam kir: "Dahatên ji bo Rêveberiya Xweser ne domdar in, ji  sedî 90 ji qada petrol tê, lê bac û qada hilberîner pirr kêm e, lê bi rêya xerckirina giştî karîna rêveberiyê ya pêkanîna hewcedariyên civakê û welatiyan lawaz dike û di encamê de mirov dibîne ku her ji demê alozî derdikeve."

Umer bidomdarî got: "Wendakirina derfetên geşedanê yên li herêmên Rêveberiya Xweser dibe sedema zêdebûna ne wekheviya di nava civakê de û di belavkirina hilbirînên xêr û bêrêm herêmê de bê adaletî çêbibe. Li vir jî divê Rêveberiya Xweser bi rêya komeke qanûnên ku adaleta civakî pêk tîne û azadiya aborî û rikberiyê xurt dike, destwerdanê bike. Li aliyekî din jî hewcedariya bi qanûnên bacên wekhev, qanûnên piştgiriya civakî û qanûnên qedexekirina keysbaziyê heye."

Aborînas Çeleng Umer diyar kir ku bi qanûnên wiha dibe ku jiyana aborî bi rêxistin bibe û bikeve rêya geşedanê, da ku xwediyên berjewendiyên taybet destwerdanê nekin û di dawiyê de ev agahî dan: "Ji bo şîroveya li jorê divê bi rêya rêveberiyeke baş a ji madeyan re were xurtkirin ku zelalbûn, hevkarî û hesabxwestin misoger bike û rê li pêşiya geşkirina hilberînê veke. Di heman demê de rê li pêşiya gendelî, xerckirina zêde û kaosê, were girtin."

(eh)

ANHA