Li gundewarê Minbicê 3 çete hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên dagirkirina nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Çat ê bakurê Minbicê têk bir û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li gundewarê Minbicê 3 çete hatin kuştin
21 gulan, 2021   20:35
MINBIC

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çeteyên Tirkiyê hewl dan nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê El-Çat ê bakurê rojhilatê bajar dagir bikin.

Şevanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên çeteyan têk bir, şer derket û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gundên El-Çat û El-Hoşeriyê topbaran kir, da ku çete cenazeyên xwe bibe, di encamê de li rûbereke mezin ê erda gundên navborî şewat çêbû.

(eh)

ANHA