Li Kobanê hejmara kesên ji ber ava qirêj bi jehrî dikevin zêde dibin

Di vê dawiyê de ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê ya di encama kêmkirina rêjeya wê de ji aliyê dewleta Tirk ve, bûyerên jehrîbûnê zêde bûne.

Li Kobanê hejmara kesên ji ber ava qirêj bi jehrî dikevin zêde dibin
22 gulan, 2021   00:41
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Ji destpêka îsal ve, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li paş bendavên xwe digire ku di encamê de ava çem bi awayekî karestekî kêm bû. Pê re bandor li tevahiya waran kir. Ev yek nîşaneya rûdana karesetekê dide û jiyana bi milyonan mirovên li Sûriyê dixe xetereyê.

Ji ber kêmbûna avê qirêjbûn û kevz li ser beravên çemê derketin.

DANEYÊN KU NÎŞANEYA KARESETEKE MIROVÎ DIDIN

Ji ber kêmbûna ava çem stasyonên dezenfektekirina avê ji xizmetê derketin û av baş nayê parzûnkirin. Di encama vê yekê de ji destpêka vê mehê ve hejmara bûyerên jehrîbûnê bi awayekî ber bi çav zêde bûye.

Li gorî daneyên nexweşxaneya Kobanê û nexweşxaneya Emel ên li Kobanê, heta niha 230 kes bi avê bi jehrî ketine. Ev bûyer ji Çileyê ve rû didin û her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî nexweşxaneya Kobanê, di Çileyê de 17 kes, di Sibatê de 21 kes, di Adarê de 82 kes û di Nîsanê de 49 kes bi avê bi jehrî ketin.

Li gorî daneyên nexweşxaneya Emel jî, ji destpêka îsal ve hejmara kesên ku ji ber ava qirêj bi jehrî ketine  gihaştiye 61 kesan di nav de 32 zarok hene.

Ev hejmar, pêketiyên ku naçin nexweşxane, lê diçin gel dermanxane û klînkên taybet di nav xwe de nagire. Lê ev dane nîşaneya rûdana kareseteke tenduristiyê dide ku gelek bijîşkên Kobanê ev yek piştrast dikin.

`HERÎ ZÊDE ZAROK BI JEHRÊ DIKEVIN`

/ar/uploads/files/2021/05/21/175913_amar-mhmd.webp

Bijîşkê beşa nexweşiyên hundirîn û niştergeriya giştî Dr. Emar Mihemed got, kêmbûna avê bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya şêniyan kir, ji ber ku av qirêj bûye û nayên dezenfektekirin.

Dr.Mihemed destnîşan kir ku vexwarina ava qirêj, yekser bandorê li kezabê û rûviyan dike bi taybet a zarokan û di meha havînê de ev yek zêde dibe û zarok bi nexweşiyên zikçûnê dikevin.

Li gorî Dr. Mihemed, rêjeya bandorbûna zarokan bi ava qirêj digihêje ji sedî 60, lê ya temenmezinan digihêje ji sedî 20.

Dr.Emar Mihemed bang li rêxistinên mirovî û yên li cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku avê berde û mafên gelên herêmê bin pê neke.

Ruxmî bangên herikandina ava çemê Firatê û ruxmî hişyariyan ku dê li herêmê kareseteke mirovî û jîngerî ya rasteqîn rû bide, lê dîsa jî dewleta Tirk serhişkiyê dike û avê bernade.

Ji dema ku dewleta Tirk di 27`ê Çileya borî de ava çemê qut dike, di dîrokê de ev cara yekemîn e ku asta çemê Firatê bi rêjeya 5 metreyan kêm dibe. Niha li şûna 500 metrekab di her saniyekê de li gorî peymana 1987`an berde, tenê 200 metrekab di her saniyekê de ber dide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LE1cJNYaKHs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>