Civaka navneteweyî şirîkê qutkirina ava Firatê ye

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî qirêj tê meşandin, ev şer ê avê ye ku di qanûn û pîvanên navneteweyî de qedexe ye. Çavdêr dibêjin ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe di vî şerî de şirîke û heger sînorek ji dewleta Tirk re neyê dayîn dê herêm bi karesteke mirovî rû bi rû bimîne.

Civaka navneteweyî şirîkê qutkirina ava Firatê ye
Civaka navneteweyî şirîkê qutkirina ava Firatê ye
Civaka navneteweyî şirîkê qutkirina ava Firatê ye
Civaka navneteweyî şirîkê qutkirina ava Firatê ye
22 gulan, 2021   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta Tirk di destpêkê de dest da çeteyên Ehrar El-Şam, piştre Cebhet El-Nusra û  DAIŞ'ê ku di sala 2012'an de êriş anîn ser herêmê. Piştî destekdayîna bi çeteyan re raste rast wê bi xwe mudaxle kir û bi rêya artêşa xwe herêmên mîna Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dagir kirin. Li aliyekî din jî tevahî deriyên sînor mîna Nisêbîn û Kobanê girtin da ku herêmê bixe nava ambargoyê. Her wiha ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê û navçeyên qut dike û asta herkîna ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm dike, armanca wê ji vê yekê Rêveberiya Xweser derbe bike û siyasetên xwe yên dagirkeriyê li ser gelê herêmê ferz bike.

Çemên Dîcle û Firatê ji çemên navneteweyî ne, lê dewleta Tirk peymana navneteweyî ya di salên 80'î yên sedsala borî de hatiye îmzekirin bin pê dike û dibêje ku her du çem ne navneteweyî, lê di sînorê wê re derbas dibin û milkê wê yê taybet e. Ev îdia li dijî peymanên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê avê de ye. Di sala 1987'an de di navbera Tirkiye û Sûriyêde  peymanek hate îmzekirin, li gorî vê peymanê divê rêjeya ava Firatê ku derbasî Sûriyê bibe ne kêmî 500 mîtrekab di saniyekê de be.

DEWLETA TIRK AVÊ WEKÎ KAXEZEKE ZEXTÊ LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI KAR TÎNE

Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, dewelat Tirk dest bi kêmkirina asta ava çemên Dîcle û Firatê kir ku raste rast bandoreke neyinî li rewşa jiyanî kir. Li hemberî vê yekê dewletên garantorên lihevkirinên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ji aliyekî ve û Tirkiyê û Iraqê ji aliyekî din ve ji berpirsyartiyên xwe direvin.

Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, bi şerê avê tê wesifandin. Ji sala 2014'an ve heta dawiya sala 2020'î de dewleta Tirk 13 carî ava Firatê li ser Sûriyê qut kir ku di destpêka sala 2021'î de herkîna avê daket asta xwe ya herî kêm anku ji 500 mîtrekab di saniyekê de daket kêmî 200 mîtrekab di saniyekê de.

Li gorî peymana sala 1966'an a di navbera Iraq û Tirkiyê de û peymana sala 1987'an a di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ya têkildarî parvekirina ava çemê Firatê, divê dewleta Tirk pêwîstiya her du welatan ji ava çem bi cih bîne û qedexe ye ku dewleta Tirk girtekek yekalî bigire ku ziyanê bighîne Sûriyê û Iraqê. Lê rexmî xeteriya siyasetên Tirkiyê hikumetên Sûriyê û Iraqê tu tevger nekirine.

Ev bêdengî dihêle ku Tirkiyê avê wekî kaxezeke li dijî niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê û Iraqê bi giştî bi kar bîne. Ji ber rewşa siyasî ku Sûriyê û Iraqê tê re derbas dibin û bêdengiya civaka navneteweyî, dewleta Tirk asta ava çemê Firat û Dîcleyê gelekî kêm kir ku cara yekemîn 5 metreyan dadikeve an kêmtirî çareya ku di peymanê de hatiye diyarkirin. Kiryarê dewleta Tirk a kêmkirina ava her du çeman qanûnên navneteweyî û peymanên du alî bin pê dike bêyî çavdêriya navneteweyî yanî herêmê li ser hebe.

'ŞERÊ TIRKIYÊ YÊ LI DIJÎ KURDAN NE TENÊ LEŞKERÎ YE'

Sekretêrê Pariya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, qirkirina gelê Kurd kiriye armanca xwe û wiha domand: "Şerê ku Tirkiyê li dijî kurdan dimeşîne ne tenê leşkerî ye, di heman demê de aborî û siyasî ye, ev şerê li dijî îradeya gelê Kurd hîna berdewam e û kêmkirina avê yek ji siyasetên Tirkiyê yên li dijî me ye ."

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku Tirkiyê têgihişt ku şerê leşkerî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têrê nake, ji ber vê yekê şerê aborî, siyasî û avê jî dimeşîne.

Peymana Helsinki ya derbarê avê de ku sala 1992'yan de hate îmzekirin û di sala 2003'an de hinekî guhertin tê de hatin çêkirin, dihêle ku parvekirina avan were berfirehkirni da ku dewletên derveyî koma aborî ya Ewropayê jî di nav xwe de bigire, bi vê yekê dibe peymaneke navneteweyî û ji aliyê NY'yê ve tê pêkanîn û têkilî û tevkariya navneteweyî ya têkildarî parastina ava navneteweyî ya hevpar were birêxistinkirin û çem, gol û ava bin erdan tevlê wî were kirin.

Di peymanê de îşaret bi bikaranîna avê tê kirin ku li şûna şer û nakokiyan çavdêriya tevkarî û aştiyê ye. Di vê derbarê de tîmên xebatê yên pirspor ên girêdayî sekretariya peymanê ava kirin da ku li gorî pêwîstiyan desteka teknîkî û şêwirî pêşkêş bike. Ji wan tîman; tîma têkildarî rêvebirina hevgirtî ya avê, tîma şopandin û nirxandinê, konseya zagonî, tîma pirsporên hevbeş ên girêdayî av û qezayên pîşesazî. Navenda Nirxandina Avê ya Navneteweyî raporeke berfireh têkildarî rewşa avê li cîhanê amade dike û pêşkêşî rêxistinên hiqûqî dike, lê heta niha berpirsên li ser lihevkirinê tu helwest nîşanî sûcên dewleta Tirk nedane.

'DESTÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ DI SÛCÊN LI DIJÎ GELÊN HERÊMÊ DE HEYE'

/kr/uploads/files/2021/05/21/192044_-.webp

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawud diyar kir ku qutkirina ava Firatê bi tena serê xwe sûcekî ji ber ku raste rast bandorekê li jiyana mirovan dike û got: "Qutkirina avê beşek ji rêze polîtîkayên ku li dijî gelên herêmê têne kirin e."

Ehmed Dawud da zanîn ku ji ber ku civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e, Tirkiyê avê wekî çekekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê bi kar tîne û diyar kir ku qutkirina avê bi awayekî yekser bandor li çandinî, jîngeh û tenduristiyê kir.

Li ser mijarê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî rewşa çemê Firatê raporeke berfireh ji 12 rûpelan amade kir û ji rêxistinên navneteweyî mîna Komîteya Hiqûqê ya Ewropa, Odeya Civaka Sivîl a NY'yê re şand. Li gorî rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bersiva raporê nehatiyê dayîn.

Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî eşkere kir ku rejeya ava Firatê li Sûriyê gelekî kêm bûye ku kêmî 200 mîtrekab di saniyekê de daketiye.

Qutkirina ava Firatê gefê li ewlehiya xurekê ya zêdetirî 5 milyon mirov dixwe, her wiha bandoreke neyinî li enerjiya kehrebê, jîngeh, çandinî û berhemên sewlan û masiyan kir. Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rêjeya ava depoyên Gola Bendava Firatê  kêmî 6 milyar mîtrekab maye ku dê di demên pêş de ji bo vexwarinê were bikaranîn.

Li gorî mîsaqa Roma û Komîteya Têkildarî Avê ya NY'yê, qutkirina ava çemê Firatê sûcekî şer û qirkirineke komî li dijî gelê Sûriyê ye. Berpirsan hişyar dan ku heger dewleta Tirk qutkirina ava çem li ser Sûriyê û Iraqê bidomîne dê kareseteke mirovî rû bide.

/kr/uploads/files/2021/05/21/192009_-.webp

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser qutkirina ava çemê Firatê ji ANHA'yê re axivî û got: "Rêjeya ava ku tê Sûriyê kêmî 200 mîtrekab di saniyekê de ye. Li gorî qanûnên navneteweyî qutkirina avê sûcekî şer e, dibe sedema zûhabûna herêmê û gefan li ewlehiyê xurekê ya herêmê dixwe. Gefxwarinên li ewlehiya xurekî ya her civakekî li gorî peyman û mîsaqên navneteweyî û mirovî qirkirina komî ye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 5 mîlyon mirov hene ku jiyana wan di xeteriyê de ye."

'DEWLETA TIRK AVA FIRATÊ QIRÊJ DIKE`

Evîn Cûma eşkere kir ku piştî kêmkirina asta herkîna ava Firatê diyar bû ku dewleta Tirk ava ku derbasî herêmê dibe qirêj dike û wiha pê de çû: "Ji ber qirêjê nabe av were bikaranîn, pêwîstiya wê bi pompeyên dezenfektekirinê heye, ji ber kêmkirina avê derdora 30 pompeyan ji xizmetê derketin."

Gerînendeya Avê ya Dêrazorê jî diyar kir ku ji ber kêmkirina asta avê, li dirêjahiya çem çirav û birk çêbûne  kevziyên jehrê çêbûne, ev jî ji bo şêniyan cihê fikran çêdike ku dibe nexweş belav bibin.

/kr/uploads/files/2021/05/21/192107_-.webp

Berpirsên stasyonên avê yên Reqayê Ebdo Ebdulqadir destnîşan kir ku ji ber kêmbûna ava Firatê zehmetiyan dikişînin û got: "Li vir 9 bîr hene, 20 pompe hene ku ji bo dezenfektekirina avê ne, eyara her pompeyekê 250 mîtrekab di saniyekê de ye, rêjeya ava ku niha tê derdora 200 mîtrekab di saniyekê de ye. Ji ber vê yekê hin guhertin hatin çêkirin da ku pompe ji xizmetê derkevin."

Çemê Firatê jêdera sereke û yekane ya ava vexwarin û çandinî ji bo şêniyên herêma Reqayê ye ku hejmara niştecihên wê derdora milyon û 300 hezar kes in. Li Reqayê 36 stasyon hene ku li ser 7 yekîneyên avê û 14 stasyonên li ser çem belav in.

Ebdulqadir diyar kir li Reqayê li ser çemê 6 stasyon ji ber kêmbûna avê naxebitin, heger kêmbûna avê dewam bike dê stasyonên din jî nexebitin, wê demê dê nikaribin avê dezenfekte bikin û dê karesteke mirovî ya rasteqîn çêbibe û dê bîr jî qirêj bibin.

ANHA