​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2021
21 gulan, 2021   23:00

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê gefan li aştiya gel û herêmê dixwe û hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê di vê derbarê de bê deng in. Ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku careke din Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Iraqê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zubeyîr Aydar diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama polîtîkayên qirkirina pêkhate û etnîkên din e û got: "Divê her kes rastiya dewleta Tirk nas bike û ji bo têkbirina planên wê xebateke hevpar pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên rêveber ên Meclisa Jinan a Minbicê got, bi avakirina Rêveberiya Xweser re rola jinan di civakê de xurtir bû. Her wiha teqez kir ku bi naskirina Rêveberiya Xweser dê aloziya Sûriyê çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşenageha Rojava ku li navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx hate vekirin berxwedana jinan û keda wan di her qadan de îfad dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên pêkhateya Ereb fikirê rêber Abdullah Ocalan wekî mezintirîn diyariya ji jinan re bi nav kir ku fersendeke zêrîn e û tu tişt cihê wê danagire, her wiha banga li jinan kir  ku li ser bingeha fikirê Rêber Abdullah Ocalan bimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTKA

- Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî qirêj tê meşandin, ev şer ê avê ye ku di qanûn û pîvanên navneteweyî de qedexe ye. Çavdêr dibêjin ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe di vî şerî de şirîke û heger sînorek ji dewleta Tirk re neyê dayîn dê herêm bi karesteke mirovî rû bi rû bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Aborînas destnîşan kir ku divê di navbera Rêveberiya Xweser, civakê û qadên taybet de hewldanên hevpar çêbibe û got, xwespartinê ya di civakê de ku li bendeya ji jor ve çareserî were diyarkirin derbas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di vê dawiyê de ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê ya di encama kêmkirina rêjeya wê de ji aliyê dewleta Tirk ve, bûyerên jehrîbûnê zêde bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA