Bêdengiya Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê… sedem û encam

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê gefan li aştiya gel û herêmê dixwe û hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê di vê derbarê de bê deng in. Ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk vedike ku careke din Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Iraqê dagir bike.

Bêdengiya Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê… sedem û encam
22 gulan, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Nûnerê Iraqê yê li gel NY'yê Mihemed Elî El-Hekîm di 14`ê Kanûna 2015`an de têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî xaka wê, nameyeke nerazîbûnê pêşkêşî Komîseriya Ewlekariyê kir, tê de bang li komîseriyê kir ku destwerdanê bike û Tirkiyê hêzên xwe bêyî şert û mercan ji sînorê navneteweyî yê di navbera her du welatan de ku di qada navneteweyî de pê hatiye itîrafkirin vekişîne.

Hikumeta Iraqê di nameyên nerazîbûnê de diyar kir ku divê Tirkiye careke din venegere û erda Iraqê ku di bin serweriya hikumetê de ye derbas neke. Her wiha ev yek wekî gefxwarineke mezin a li dijî aştiya herêmî û navneteweyî bi nav kir.

Hikumeta Iraqê di rûniştina Komîseriya Ewlekariyê de ketina Tirkiyê ya nava Iraqê wekî binpêkirineke xeter a ji serweriya Iraqê û rêgezên qanûnên navneteweyî yên taybet bi dewletên cîran re ye bi nav kir. Her wiha da zanîn ku nabe tu dewlet gorî madeya duyemîn a peymana NY`yê destwerdana kar û barên dewleta cîran bike.

HEWLDANEKE IRAQÎ

Iraqê derbarê vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê de erêkirina Yekîtiya Ereban û Mecilsa Wezareta Derve a Dewletên Ereb bi dest xist.

Bi heman hewldanê ve girêdayî, tevahiya parlamantoya Iraqê sala 2016`an dengên xwe dan biryara şermezarkirina hebûna hêzên Tirkiyê yên li ser erda Iraqê û ev hêz wekî hêzeke dagirker bi nav kir, di heman demê de bang li hikumeta Iraqê kir ku tedbîran bigirin da ku parastina serweriya Iraqê bikin û ji bo derxistina hêzên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê careke din bi NY`yê, Komseriya Ewlekariyê û Komkara Erebî re bicive.

Tevî piştevaniya mezin a ku Iraqê ji dewletên Ereban wergirt û israra wê ya di Komseriya Ewlekariyê de ku artêşa Tirk a dagirker ji erda Iraqê derkeve, lê wê demê de komseriyê banga hikumeta Iraqê bi cih neanî û rêz ji biryarên parlamantoya iraqî û Komkara Erebî re negirt, ku muzekeriyê veguhezîne biryareke neteweyî.

Nenûkirina helwesta Iraqê ya ku di salên 2015 û 2016`an de li hemberî binpêkirina Tirkiyê ya ji serweriya xwe re girt hişt ku Tirkiyê hebûna xwe li ser erda Iraqê bidomîne û êrişên dawî pêk bîne.

BERJEWENDIYÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ

Şîrovekarê siyasî û Endizyarê Şêwirmendiyê Nîhad Qadî têkildarî vê yekê ev derbirî:"Tirkiye baregehên xwe zêde kirin, dagirkirina xwe li çiyayê Başûrê Kurdistanê û Iraqê û Başûrê Kurdistanê zêde kir, dixwaze bi hemû desthilatdariya xwe xewma wîlayeta Mûsilê bi cih bîne, ev jî tê wateya beşeke mezin ji Başûrê Kurdistanê û Kerkûkê."

Şîrovekarê siyasî destnîşan kir ku rewşa hikumeta Iraqê ne aram e, bi gotineke din dewleteke iraqî tune ye, lê belê hegemoniyeke îranî herêmî û hikumeteke ku bi rêya milîsên iraqî û îranî yên çekdar rewşê kontorl dike, heye û ev nirxandin kir:"Ev alî berjewendiyên wê bi Tirkiyê re hene, nexasim li Iraqê, Sûriyê û Lubnanê. Ji ber vê yekê mirov dibîne ku hikumeta Iraqê li dijî hebûna baregehên leşkerî yên yên li ser erda wê nasekine."

Qadî îşaret pê kir dagirkeriya Tirk û pê re Îranê bi destwerdana leşkerî û ewlehî ya ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê re sînordar namînin û got:"Îro hewl didin bi tevahiya rêbazan Iraqê zuha bikin û rêgeza; bermîlek av beramberî bermîleke petrolê biafirîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku Tirkiyê bendavên xwe girtin û herikandina ava Dicle û Firatê qedexe kir, her wiha Îranê jî berdana avê ya ber bi çemê Sîrwan û bendava Derbendîxan qedexe kir."

ꞌŞERÊ LI HEMBERÎ PARTIYA KARKERÊN KURDISTANÊꞌ

Artêşa Tirk a dagirker ku di Sibata derbasbûyî li Garê de bi bin ket û beriya wê jî di Tîrmeha par de li Heftanînê bi bin ket, di 23`yê Nîsana derbasbûyî de êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dadestpêkirin, nexasim herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û hîn jî ev êriş berdewam dikin.

Ev êriş berdewamiya êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ye ku artêşa Tirk a dagirker bi buhaneya şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî  erda Iraqê dike.

'ARMANC DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û MÛSILÊ YE'

Lêkolînera Kurd û parêzer Sirûşt Helebça van êrişan wekî dagirkeriyê bi nav dike û ev şîrove kir: "Êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û binpêkirina wê ya ji serweriya hikumeta Iraqê re ya li ser erda wê, hişt ku hewldaneke Tirkiyê ya dagirkirina beş û erdnîgariyeke nû ya Kurdistanê û erda Iraqê çêbibe."

Sirûşt Helebça ev li  gotina xwe zêde kir:"Êrişên Tirkiyê ne tenê li dijî Kurdan e, lê belê ew operasyoneke nû ya li dijî erda Iraqê ye, Tirkiye xewneke xwe heye ku Başûr û parçeyên erda Iraqê li gorî ya ku jê re dibêje 'Mîsaq Milî' dagir bike, her wiha dixwaze bi vê operasyonê rêyên di navbera gelê Kurdistanê de qut bike."

Sirûşt Helebça di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide hin parçeyên Kurdistanê dorpêç bike û ji herêmên Kurdistanê yên din qut bike û wiha dom da axaftina xwe: "Êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û nasekinin, di heman demê de siyaseta Tirkiyê  yên li dijî Başûr ne tenê partiyekê dike armanc, lê belê tevahiya gelê herêmê dike armanc. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê û Musilê dagir bike û armanca wê diyar e."

ꞌBÊDENGIYEK BI GUMAN HEYEꞌ

Li hemberî siyaseta Tirkiyê ya bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê bêdengiyeke bi guman a hikumeta Iraqê, civaka navneteweyî, di serî de Konseya Ewlekariyê, her wiha hikumeta Başûrê Kurdistanê heye.

Der barê liv û tevgerên bi armanca sînordarkirina êrişên Tirkiyê lêkolînera Kurd Sirûşt Helebça ev derbirî: "Heta niha hikumeta Başûr bê deng e û hikumeta Iraqê jî bê deng e, ez bawer im ev yek li berjewendiyên bazirganiyê yên di navbera van aliyan de vedigere, her wiha li hemberî êrişên Tirkiyê yên hovane yên li dijî gelê Başûrê Kurdistanê civaka navneteweyî bê deng e."

Sirûşt ev li gotina xwe zêde kir:"Ger ne ji bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê ba, her wiha hikumeta Iraqê ger dev ji helwesta xwe ya redkirina dagirkirina Tirkiyê ya ji erda wê re berneda, dê êrişên Tirkiyê pêk nehatana."

Lêkolînera Kurd da zanîn ku gelê Kurdistanê yê li Başûrê Kurdistanê dagirkirina Tirkiyê red dike û li Silêmaniyê, Şengal û Helebçayê liv û tevger hene, lê dîsa jî ne li gorî ku tê xwestin in û ev xal rêz kirin:"Gelê Kurd li hêviyê ye ku hikumetên wan anku hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestekê nîşan bide, lê bêdengiya wê dê rastî bêdengiyeke gel neyê, ji ber ku gel dê serî ji siyaseta Tirkiyê ya dagirkerane re netewîne."

' JI BER ALOZIYA NAVXWEYÎ NIKARA SÎNOREKÎ JI ÊRIŞAN RE DEYNE'

Lêkolînera Kurd Sirûşt Helebça sedema bêdengiya Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya erdên wê spart aloziyên hundirîn  û ev eşkere kir:"Rewşa navxweyî ya hikumeta Iraqê aloz e,  ev yek dihêle ku nikaribe sînorekî ji êrişên Tirkiyê yên li dijî erda wê deyne."

Sirûşt Helebça diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi parçekirinên hundirîn re rû bi rû ye û dema ku desthilat di destên partiyekê û malbatekê bi tenê de be, bandoreke neynî li helwesta Kurdan, hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlamantoya wê ya ji êrişên Tirkiyê yên dawî û şermezarkirina wan re dike.

Li aliyekî din jî şîrovekarê siyasî Nîhad Qadî axivî û destnîşan kir:"Hikumeta Iraqê nikare serweriya xwe vegerîne û Başûrê Kurdistanê jî bê çare ye, Tirkiye û  Îranê razî dike û parastina berjewendiyên desthilatdariyên xwe dike, bi vî awayî giraniya xwe ya kurdistanî wenda dike."

Qadî îşaret bi helwesta Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî êrişên li dijî erda Başûr û Iraqê bê hêz e û ne li gorî tê xwestin e, nexasim ku ev ne cara yekemîn û ne jî ya dawî ye.

Nîhad Qadî got, lawazbûna serdestiya Iraqê hişt ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê bêyî agahiya hikumeta Başûrê kurdistanê û hikumeta Iraqê derbasî erda Iraqê û çiyayê Kurdistanê bibe û, hebûna hêzên Tirkiyê ji nêz ve dît û hin efserên Tirk xelat kir.

Qadî da zanîn ku vê yekê her wiha rê li pêşiya Tirkan vekir da ku êriş û toparana li dijî gundên Kurdan ên li hemberî çiyayê Kêste zêdetir bike û hişt ku welatiyên Kurd û şêniyên gundên xiristiyaniyan dev ji mal, zevî û mezreayên xwe berdin.

Nîhad Qadî ev derbirî:"Êrişên Tirkiyê di demên dawî de pêk anî, diyar dike ku hikumeta Iraqê nikare êrişên Tirkiyê rawestîne û vexwendina balyozê tirkî û jêxwestina rawestandina êrişan, nayê wateya redkirina bi temamî ya ji van êrişan û binpêkirina serweriya welat re."

ꞌHIQÛQEKÎ QANÛNÎ TUNE YEꞌ

Destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk a ji erda Iraqê ku hîn jî berdewam dike, di qanûnên navneteweyî de derqanûnî ye, ji ber ku bêyî erêkirina Iraqê yan jî vexwendineke wê çêdibe û tevî artêşa Tirk a dagirker hîn jî êriş dike, civaka navneteweyî di serî de Konseya Ewlekariyê ku qanûnên navneteweyî derxistiye bê deng e.

Nîhad Qadî bang li gelê Iraqê, Kurdistanê, hêzên neteweyî û demokratîk ên baweriya xwe bi qanûnên navneteweyî tînin û rêzê ji sînorên dewletên cîran re digirin, kir ku serî hildin û banga derketina hêzên Tirkiyê yên li Iraqê bikin.

Têkildarî rêbazên zexta gelê Kurd û Iraqê ya li ser civaka navneteweyî ku dev ji bêdengiya xwe berde, Qadî got:"Ev yek dê bi rêya xwepêşandanên li hundirê Iraqê û Başûr çêbibe,  her wiha bi rêya nivîsandina daxwaznameyên ji qadên navneteweyî re û li pêşiya balyozxaneyên Tirkiyê yên li derve xwepêşandanan li dar bixin û zextê li dewletên mezin bikin, li aliyekî din jî bang li NATO`yê bikin ku li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwesteke diyarker be, ji ber ku çekên NATO`yê îro ji bo qetilkirina kesên bêguneh tê bikaranîn û ev e ya ku NATO`yê li dijî wê ye."

Nîhad Qadî ev li gotina xwe zêde kir:"Bi nêrîna min, ev mesele ji neteweyên din zêdetir û bêtir Kurdan eleqeder dike, ji ber vê yekê divê li her çar parçeyên Kurdistanê helwestekê nîşan bidin û êrişên li dijî sînorê Başûrê Kurdistanê û çiyayên wê rawestînin."

Şîrovekarê siyasî Nîhad Qadî di dawiyê de ev şîrove kir:"Ji bo van çiyayan gelek keç û xortên Kurdistanê li dijî sîtemên faşîst ên Iraqê û Tirkiyê li ber xwe dan û gihaştin asta şehadetê, nabe radestî dewletên herêmê bibe ku bi berjewendî, kîn û şovînîstiya xwe ya li dijî gelê Kurdistanê têne naskirin, bila şerê bi armanca qirkirina Kurdan li tevahiya dewletên erd, erdnîgarî û dîroka Kurdistanê dagir kirine, were rawestandin, na û hezarî carî na ji kiryarên guhartina demografiya li herêmên Kurdistanê."

(eh)

ANHA