Li Girê Spî hilbirîna fûlê ya cotkarekî şewitî

Li gundewarê kantona Girê Spî agir bi hilberîna fûl a cotkarekî ket û aliyên peywendîdar heta vê kêliyê sedema şewatê nas nekirin.

Li Girê Spî hilbirîna fûlê ya cotkarekî şewitî
21 gulan, 2021   20:52
EYN ÎSA

Vê êvarê agir bi hilberîna fûl ê cotkarê bi navê Xerbî Hesen El-Hemed ê ji gundê Biir Seran ket ku 8 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarokê El-Hêşe ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê.

Agirkuja şaredariya El-Hêşe yekser çû cihê bûyerê û bi hevkariya welatiyan agir vemirandin, lê pirraniya wê şewitîbû.

Li gorî agahiyan, hilberîna fûl ku deh donim bû li mala cotkar depokirîbû, şewat hemwextî rabûna tozê pêk hat ku li herêmên Reqayê û herêmên Cizîrê jî rabû.

Heta vê kêliyê aliyên peywendîdar sedema şewatê nas nekirine.

(eh)

ANHA