Jinên siyasetmedar: Divê Rêveberiya Xweser were naskirin

Endamên rêveber ên Meclisa Jinan a Minbicê got, bi avakirina Rêveberiya Xweser re rola jinan di civakê de xurtir bû. Her wiha teqez kir ku bi naskirina Rêveberiya Xweser dê aloziya Sûriyê çareser bibe.

Jinên siyasetmedar: Divê Rêveberiya Xweser were naskirin
21 gulan, 2021   23:39
MINBIC

Rêveberiya Xweser ji dema ku hatiye ragihandin ve di Çileya 2014`an de di warên siyasî, aborî, leşkerî û civakî de gelek destkeftî bi dest xistin.

Ruxmî wê jî heta niha li ser asta siyasî îtîrafeke fermî pê nehatiye kirin. Pêkhateyên herêmê dibînin ku naskirina rêveberiyê bi awayekî fermî beşekê ji çareseriya aloziyê ye ya ku zêdetirî 10 salin berdewam e.

`RÊVEBERÎ XIZMETA GEL DIKE'

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Minbicê Nesrîn El-Elî ji ANHA`yê re axivî û got fikirê neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye xizmeta hemû çînên gel, kêmneteweyên olî û pêkhateyan dike.

Nesrîn wiha domand: “Pêkanîna vê projeyê rê li pêşiya jinan vekir ku di warên siyasî, leşkerî, aborî û çandê de bixebite û gelek destkeftiyan bi dest bixe. Lê dîsa jî pêwîstiya wê bi destekeke mezintir heye.”

Nesrîn diyar kir ku heke civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike dê rê li pêşiya pêkanîna vê projeyê li hemû herêmên Sûiryê veke û dê aloziya Sûriyê bi dawî bibe ku ev zêdetirî 10 salan berdewam e. Nersîn got, ev proje mafên jinan û hemû pêkhateyan bê cudahî diparêze.

`REVEBERIYA XWESER ROLA JINAN XURTIR KIR`

Di sîstema Rêveberiya Xweser de jinan cihê xwe di hemû qadan de, ji komînan bigire heta projeyên aborî, birêvebirina xebatên siyasî, leşkerî û girtina biryaran girtine.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir got: “Bi avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk re û bi rûniştandina têgeha neteweya demokratîk re rê li pêşiya jinên Minbicê vebû ku roleke rasteqîn di birêvebirina civakê de bilîzin.”

Îbtîsam wiha pê de çû: “Xebatên jinan di warên siyasî, leşkerî û aborî de derfet da jinan ku bibin pêşengên civakî û rola xwe xurt bikin. Hebûna Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekirina saziyên taybet ên jian mîna meclis, mal û navendên aboriya jinan hemû deriyek li pêşiya jinan vekir ku nêrîna xwe parve bikin, zihniyeta neyînî ya li hemberî xwe biguhere û tev li kar bibe.“

Îbtîsam di dawiy êde got: “Divê îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin ku desteka jinan dike û derfet da jinan da ku bê astengî  kar bike û ji bo û civakeke azadî, rast û demokrat bixebitin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fhDYN5JYcd8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>