Aydar: Divê her kes rastiya dewleta Tirk nas bike

Zubeyîr Aydar diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama polîtîkayên qirkirina pêkhate û etnîkên din e û got: "Divê her kes rastiya dewleta Tirk nas bike û ji bo têkbirina planên wê xebateke hevpar pêk bînin."

Aydar: Divê her kes rastiya dewleta Tirk nas bike
22 gulan, 2021   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsana borî ve êrişên dagirkerî û qirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Ev êriş piştî têkçûna wê ya li Garê di Sibata borî de û li Heftanînê di Tîrmeha sala borî de hatin destpêkirin.

Têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan û encam û bandorên êrişan, her wiha rêbazên bidawîkirina van êrişan endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bi rêya telefonê ji ANHA'yê re axivî.

Aydar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka dewleta Tirk û avabûna wê û got: "Divê em rastiya dewleta Tirk nas bikin, çima bi taybet di vê demê de dest bi vê pêngavê kiriye? Dewleta Tirk li ser hesabê qirkirina neteweyên din neteweya Tirk ava kir. Ev biryar di destpêka sedsala borî de bi derketina Cemiyeta Îtîhad û Terakki re ku kêmnetewe û etnîkên din red dike hate standin. Bi hatina Ataturk li ser desthilata Cemiyeta Îtîhad û Terakki re di madeya 66 `an a destûra Tirkiyê de tirkî û xwediyê nasnameya Tirk pênase dike û kêmnetewe û etnîkên din red dike. Zimanên xeyînî tirkî di ragihandin û perwerdeyê de qedexe kir, her wiha li tevahî niştecihên li Tirkiyê ferz kir ku navên tirkî bi kar bînin, navên gelek bajarên li başûr di nav de yên bi erebî  veguherandin navên tirkî. Li aliyekî din jî çapxane û çalakiyên çandî yên xeyinî zimanê tirkî qedexe kir, dîsa jî nivîsandina bi zimanê tirkî bi tîpên erebî betal kir. Bi kurhatî yên ku li wir dijîn divê tirkî misilman û henefî be. Bi vî awayî neteweyek bi yek reng û yek netewe ava kir."

'HER MUXALIFETÊ TESFIYE DIKIN'

Aydar destnîşan kir ku her kesekî ku li dijî siyasetên wê yên netewperest derkeve dê aqûbeta wan tesfiyekirin be.

Aydar qirkirinên ku dewleta Tirk li dijî Ermen, Suryan, Kildan û Roman pêk anîne bi bîr xistin û destnîşan kir ku tişta ku li dijî kurdan li ser erdîngariya wan li Bakur, Başûr û Rojava tên meşandin berdewama van siyasetan e û got: "Niha û bi heman rêbazan dixwazin tevahî Kurdan, ne tenê yên li Bakurê Kurdistanê, lê belê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî tesfiye bikin."

Zûbyîr Aydar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî sala 2015'an dagirkirina herêmên Sûriyê kirin armanceke nû û wiha pê de çû: " Dewleta Tirk biryareke nû da ku li gorî wê qada herêmên ku dagirkirine û sînorên xwe berfireh bike. Bi vê yekê sala 2016'an êrişên derdorê yên raste rast wekî derfet girt û di 24'ê Tebaxê de derbasî Cerablusê bû û salvegera 500`î şerê Murc Dabiqê de Cerablusê dagir kir."

'DIYARKIRINA DEMA ÊRIŞAN NE TESADUF E'

Aydar îşaret pê kir ku derbasbûna Tirkiyê ya ji xaka Sûriyê di wê demê de ne tesaduf bû û got: "Tirkiyê bi vê yekê xwest nameyekê bide ku tişta ku Osmaniyan kirine ku Memalîk li Murc Dabiqê de têk birin, pêk tîne û mîna roja ku osmanî derbasî heman xakê bûne, ew jî derbasî bû. Bi vê yekê domandina xeta Osmaniyan a faşîst radighîne."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Zûbeyîr Aydar da zanîn ku dewleta Tirk bi heman rêbazên herêmên din wekî Bab, Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û wiha axaftina xwe domand: "Her wiha êrişî herêmên Xakûrkê û Heftanînê yên Başûrê Kurdistanê kir, heman rêbazî di pêngavên xwe yên li Zap, Metîna û Avaşînê de didomîne. Diyarkirina dema van êrişan ne tesaduf e ku di 24'ê Nîsanê de roja salvegera 106'an a qirkirina ermenan  ku bi yekşema sor tê naskirin, êriş dan destpêkirin."

Li ser mijara qirkirina ermenan Aydar bi bîr xist ku beriya 106'an, koçberkirin, înfazkirin, qetilkirin, destdirêjî, birçîkirin, kuştin û jehkirin li dijî milyon û 500 hezar ermenî hate meşandin û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di heman roja salvegera qirkirina ermenan de pêk hat,  nameyekê dide ku dê qirkirina ermenan vê carê li dijî gelê Kurd pêk bîne.

'HEWL DIDE MÎSAQA MILLÎ ZINDÎ BIKE'

Siyasetmedarê Kurd Aydar destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk niha hewl dide ku sînorê Îranê heta Efrînê kontrol bike da ku herêmên bakurê Iraqê û Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike û got: "Lê ev ne gava yekemîn a plana Tirkiyê ye, dewleta Tirk dixwaze Mîsaqa Millî vegerîne ku li gorî vê mîqasê ev herêm ayidê Tirkiyê ne û divê lê vegerin. Bi vê yekê dê gav bi gav armancên xwe pêk bîne."

Aydar diyar kir ku tiştên  li herêmên dagirkirî têne kirin di heman çarçoveyê de pêk tên û rewşa li Efrînê mînaka vê yekê da û wiha got: "Heger em li Efrînê binerin em ê bibînin ku veguherandiye herêma Hatayî ya Tirkiyê ku bi rêya polîtîkayên guhertina demografîk niştecihên resen da guhertin û zimanê tirkî derbasî herêmê kirin û kiriye zimankî fermî. Ev polîtîke ne tenê li Efrînê tê meşandin, di heman demê de li tevahî herêmên dagirkerî têne meşandin."

'DIVÊ TEVAHÎ KURD PLANÊN DEWLETA TIRK NAS BIKIN'

Aydar destnîşan kir ku êrişên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo tesfiyekirina PKK'ê û destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, her wiha da ku van herêman veguherîne herêmên tirkî  û got: "Erdogan xwe ji Kemal Atatûrk mezintir dibîne û xwe di asta Mistefa Selîm û xelîfa musilmanan de dibîne, ji ber vê yekê bi hemû rêbazan şerê kurdan bike. Lê divê tevahî Kurd van planan baş bibînin, bi taybet rêveberiya Başûrê Kurdistanê divê ji bêdengiya xwe derkeve, ji ber ku êrişên tê kirin li dijî hebûna kurdan e û êrişên dagirkirina Kurdistanê ye."

Zûbeyîr Aydar îşaret bi helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û got: "Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke şermok da ku bi tu awayan nayê qebûlkirin dema gotibû pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re tune ye lê pirsgirêka wê bi PKK'ê re ye. Li ser vê mijarê dixwazim jê pirs bikin; dewleta Tirk di sedsala borî de êrişî Kurdan kir, komkujî li dijî wan pêk anî, gelê wê demê PKK'ê li wir bû? Dema ku Ebdulselam Barzanî hate girtin û li Mûsilê hate darvekirin ma gelo endamê vê partiyê bû? Heman tişt ji bo Şêx Seîd re derbasdar e."

Aydar diyar kir ku daxuyaniyên serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê rastiyê îfade nake, her wiha bang kir ku siyaseta dewleta Tirk baş were famkirin ku dijminê gelê Kurd û dixwaze gelê Kurd tine bike û li ser vî esasî bi awayekî veşartî û eşkere siyasetên xwe pêk bîne.

Têkildarî bêdengiya navneteweyî, hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî siyasetên ku li ser Kurdan têne meşandin, Aydar got: "Divê her kes siyaseta Tirkiyê red bike û vî dengî bilind bike."

Zûbeyîr Aydar di nirxandinên xwe de ev yek zêde kir: "Kongreya Neteweyî di 15'ê vê Gulanê de civîneke berfireh ji partiyên kurdî, kesayetên kurdî yên navdar ên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê re li dar xist da ku li hemberî siyasetên Tirkiyê û êrişên wê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê helwesteke yekbûyî derkeve. Civîn bi biryarên girêdayî redkirina siyasetên Tirkiyê û êrişên wê encam da."

'JI BO ŞIKANDINA BÊDENGIYÊ Û TÊKBIRINA PLANÊN TIRKIYÊ XEBATEKE HEVPAR PÊWÎST E'

Endamê Konseya Rêber a KCK'ê Zûbeyîr Aydar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê sînorek ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re were dayîn. Her wiha bang li aliyên kurdî, hêzên Kurdistanî û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van êrişan ji bêdengiya xwe derkevin  û got: "Ji bo şikandina bêdengiya navneteweyî û têkbirina planên dewleta Tirk divê xebateke hevpar were meşandin, bi vê awayî bêdengiya navneteweyî ya derbarê Kobanê de hate şikandin. Derfet, îmkan û dema me ya guncaw heye, divê bil lez xebateke hevpar were destpêkirin."

ANHA