Cenazeyê şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Xelîl Şêx Elî bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Cenazeyê şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xelîl Şêx Elî li Kobanê hate veşartin
20 gulan, 2021   16:26
KOBANÊ

Şervanê QSD'ê Xelîl Şêx Elî (Rustem Cûdî) ji gundê Toqelî yê Kobanê ye di 17'ê Gulanê de dema erka xwe ya leşkerî bi dih dianî şehîd bû.

Îro bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Têkiliyên Giştî ya PYD'ê ya Herêma Firatê Almaz Romî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd nirxên gelan in, gel û destkeftiyên wê diparêzin."

Almaz Romî diyar kir ku dewelat Tirk careke din hewl dide vîna gelê Kurd li çiyayên Avaşîn, Zap û Metînayê bişkîne û got: "Lê gerîla li hemberî êrişên dagirkeriyê têdikoşin. Em piştgiriyê didin gerîla di berxwedana wê ya li dijî dagirkeriya Tirk de, mîna ku çawa gerîla di şerê Kobanê de dest da me."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îzet Hemo anî ziman ku gel deynderê şehîdan e, ji ber ku şehîdan ji bo jiyaneke azad canê xwe didin. Hemo got: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan û tevahî malbatên şehîdan divê layiqî keda şehîdan bin, ji ber bi xwîna xwe dîrok nivisandin."

Her wiha Îzmet Hemo soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna xewnên şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayikan de hate veşartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TicV5bhQPgM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>