Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike

Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê û navçeyên êm û kapekê ku ji hezar û 450 tonî pêk tê bi nirxekî kêmî sûkên herêmî belav kir.

Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike
Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike
Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike
Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike
Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 450 ton êm belav dike
20 gulan, 2021   14:39
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Navenda Êm a girêdayî Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê û navçeyên wê êm û kapekê bi nirxên kêmî sûkan li xwediyên sewalan belav dike.

Kêmbûna baranê bandoreke neyinî li çandinî û sewalan kir, xwediyên sewalan ji ber bilinbûna nirxê êm li sûkan û keysbaziya bazirganan zehmetî kişandin.

Bi armanca alîkardayîna bi xwediyên sewalan re, Navenda Êm a girêdayî Saziya Çandinî û Berhemên Sewalan a Dêrikê hezar û 850 ton êm û kapek veqetaniya da ku li xwediyên sewalan ên li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê belav bike. Belavkirin piştî serlêdana li Daîreya Berhemên Sewalan û li gorî belgeyan pêk tê.

/ar/uploads/files/2021/05/20/134940_mhmd-khlyl.webp

Têkildarî belavkirinê, rêveberê embarên êm ên Dêrikê Mihemed Xelîl diyar kir ku belavkirina êm û kapekê ji beriya mehekê ve dest pê kiriyê û beşa yekemîn a belavkirina bi dawî bû. Xelîl da zanîn ku êm bi nirxekî guncaw li xwediyên sewalan tê belavkirin.

Her wiha destnîşan kir ku xwediyên sewalan ên bajarê Dêrikê û navçeyên wê Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê, herêma Berav û Koçeratê li gorî hejmara pezên wan êm werdigirin.

Xelîl diyar kir ku heta niha hezar û 250 ton kapek û 200 ton êm hatiye belavkirin û got, li saziyê her toneke kapek bi 300 hezar lîreyên Sûriyê û her toneke êm bi 205 dolarî tê firotin.

Mihemed Xelîl da zanîn ku di embarên navendê de derdora 400 ton maye û dê ew jî werin belavkirin.

ANHA