Dewleta Tirk sewqiyateke din a leşkerî şand Idibê

Dewleta Tirk a  dagirker sewqiyateke din a leşkerî di deriyê sînorî yê Keferlosîn de ber bi baregeha  xwe ya leşkerî ya li balafirgeha leşkerî ya Teftenaz a Idlibê ve şand.

Dewleta Tirk sewqiyateke din a leşkerî şand Idibê
20 gulan, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR ragihand ku kerewanekî leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker ku ji tank, erebeyên bi çekên giran bargirî, 8 panzer û erebeyên girtî pêk dihat vê sibehê derbasî Sûriyê bû.

Kerwanê leşkerî yê dagirkeriyê di deriyê sînor ê Keferlosîn de yê bi Lîwa Îskenderon re ber bi balafirteha leşkerî ya Teftenaz a li gundewarê başûrê Idlibê ve bi rê ket.

14'ê vê Gulanê, 20 kamyonên  ji dîwarên çemento û navbiran pêk dihat ber bi herêma "Bê çek" a Idlibê ve şand.