Guhertina demografî didome: 30 malbat ji Quneytîrayê ber bi Babê ve hatin şandin

Hate ragihandin ku bi sponseriya Rûsyayê 30 malbat ji parêzgeha Quneytîrayê ber bi bajarê Babê yê dagirkirî ve hatin derxistin.

Guhertina demografî didome: 30 malbat ji Quneytîrayê ber bi Babê ve hatin şandin
20 gulan, 2021   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîtîkayên guhertina demografîk li Sûriyê ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve didomin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 bas ji gundê Um Batîna yê parêzgeha Quneytîrayê ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hatin şandin.

SOHR'ê diyar kir ku di basan de 30 kes ku hikumeta Şamê ew dixwestin tevî malbatên wan ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin.

Veguhestina wan kesan û malbatên wan piştî peymana navbera şaxê ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê û Rûsiya ji aliyê ve û Komîteya Navendî ya Horanê û hin rûspiyên herêmê ji aliyekî din ve pêk hat.

SOHR ragihand ku tê payîn ku ew bas biçe herêma Babê ya dagirkirî.

Li gorî medyayên herêmî, kerwanek ji derdora 150 kesên ji bajarokê Um Batîna ligel şandeyeke rûsî ber bi deriyê sînor ê Ebû Zendîn ê li bajarê Babê yê dagirkirî ve bi rê ket.

Di 15'ê Gulanê de hêzên hikumeta Şamê û Komîteya Navendaî ya Horanê û hin rûspiyên herêmê gihiştin lihevkirinekê ku ji gundê Um Batînayê 30 kesên ku têne xwestin tevî malbatên wan heta roja ber bi herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ve werin derxistin, heger ev yekê pêk nehat dê hêzên hikumetê bikevin gund.