Şaredariya Tirbêspiyê xwestekên gel bi cih anîn

Ji bo pêkanîna xwestekên şêniyên komîna Şehîd Amed, Şaredariya Gel a Tirbespiyê tora kanalîzasyonê sererast kir.

Şaredariya Tirbêspiyê xwestekên gel bi cih anîn
19 gulan, 2021   13:31
QAMIŞLO

Tora kanalîzasyonê ya li taxa Sewre ya navçeya Tirbespiyê ji nêzî du mehan xirab bûye bi wê re jî bandorek li şêniyên taxê kir.

Ji ber wê yekê komîteya xizmetgûzariyê ya komîna Şehîd Amed a taxa Sewre ya aliyê başûrê rojavayê Tirbêspiyê giliyek ji şaredariya gel re rakir, her wiha şaredariyê yekser xwesteka wan bersivand.

/ar/uploads/files/2021/05/19/120803_qam-seradariya-terbespi-28229.webp

Werşeyên kolan û sererastkirinê ya şaredariya gel dest bi derxistina boriyên kevin kir û 100 metre boriyên nû li şûna wan danîn û tora kanalîzasyonê ya li tevahî taxê sererast kir.

Şêniyên taxê jî spasiya şaredariyê kir û piştrast kir ku pêkanîna xwestekên wan ew e ku şaredari ji bo gel e.

/ar/uploads/files/2021/05/19/120819_qam-seradariya-terbespi-28329.webp

Rêveberiya komîteya xizmetgûzarî ya şaredariya gel Bediredîn Xelef destnîşan kir ku pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re ji xebata wan e û ew amade ne ku bi erkên xwe rabin, da ku navçe geş bibe û xizmetguzarî bi pêş keve.

(dm)

ANHA