Rûspiyên eşîran spasiya Rêveberiya Xweser kir

Rûspî û şêxên êl û eşîrên Ereb û Kurd ên kantona Hesekê, ji ber betalkirina biryarê 119’an spasiya Rêveberiya Xweser kir û piştrast kir ku dê li hember kesên ku dixwazin ewlehî û istîqrara herêmê têk bibin, bisekinin.

Rûspiyên eşîran spasiya Rêveberiya Xweser kir
19 gulan, 2021   13:08
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 17’ê Gulanê de biryara 119’an a têkildarî buhakirina nirxên gazê li herêmê, ragihandibû. Hin aliyan hewl da nerazîbûna gel li hemberî vê biryarê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Li gorî daxwaza şêniyên herêmê, Rêveberiya Xweser nêrîn û daxwazên gel di ber çavan re derbas kirin û biryar betal kir.

Têkildarî mijarê, îro şêx û rûspiyên êl û eşîrên Ereb û Kurdan ên kantona Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku ew ê li hember kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibe, bisekinin.

Serokê Meclisa Qebîleya El-Cebûr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, spasiya Rêveberiya Xweser hate kirin, ji ber ku ji nû ve biryar di ber çavan re derbas kir û betal kir û wiha hate gotin: "Biryara ku derketiye di dema niha de ne guncaw bû. Em wek rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwepêşandanên aştiyane re ne. Her wiha em li dijî hemû kesên ku dixwazin ewlekariya herêmê têk bibin, diseknin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u0zC5_vVa_Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>