Gundên li qeraxa Firatê binav bûbûn, ji nû ve derketin

Piştî 22 salan û qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, gundên li rojavayê Kobanê yên ku binav bûbûn, ji nû ve deketin. 

Gundên li qeraxa Firatê binav bûbûn, ji nû ve derketin
Gundên li qeraxa Firatê binav bûbûn, ji nû ve derketin
Gundên li qeraxa Firatê binav bûbûn, ji nû ve derketin
Gundên li qeraxa Firatê binav bûbûn, ji nû ve derketin
19 gulan, 2021   07:25
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku wan tune bike. Di çend mehên dawîn de av wek amûrekî vî şerî bi kar tîne û ava çemê Firatê li ser herêmê qut dike.

Piştî zêdetirî 3 meh û nîv ji qutkirina avê, gelek gundên li ser beravên rojhilatê çemê Firatê ya rojavayê bajarê Kobanê ku ev zêdetirî 22 salan di bin ava çemê de mabûn, derketin.

Piştî ku hikumeta Şamê Bendava Tişrînê sala 1999`an ava kir, gundên Boraz, Qomlex, Til El-Ibir, Til Ehmerm Dîşe û beşek ji El-Cedayê di bin avê de man. Sala 2017`an ji ber kêmbûna ava çemê beşek jê xuya bû.

Piştî ku ava çemê Firatê kêm bûye bi taybet li bajarê Cerablusê ku di wir re derbasî xaka Sûriyê dibe, êdî gundên ku di bin avê de mabûn derdikevin. Bi taybet gundê Borazê ku derdora 700 hiktar ji gund di bin avê de mabûn.

Apê Mistefa Îbrahîm ji şêniyên gundê Borazê ye piştî ku ava çemê kêm bû, êdî mala wî xuya bû. Vê bûyerê bîranînên zarokatiyê anîn bîra wî dema tevî malbat û xizmên xwe bi avakirina bendavê ji gundê xwe reviyan. Tevî ku gelek şêniyên milkên xwe firotin û li bajarên din mîna Minbic û Kobanê bi cih bûn, lê apê Mistefa ji gundê xwe bi dûr neket.

Apê Mistefa bi navê Ebû Şerîf tê naskirin dibêje: “Tişta ku min diêşe ew e ku ev dîwar kesên ku çûne û axa xwe berdane tînin bîra min. Ji ber ku ax nayê frotin. Bi taybet axa mîna vê ku mîna wê li dunyayê tune ye. “

Ji ber ku dewleta Tirk gelek bendav li ser çemê Firatê ava kirin û av li paş wan bendava girt, asta ava çemê ji 27`ê Çileyê ve gelek kêm bûye. Ruxmî ku para Sûriyê ji ava çemê 500 metrekab di her saniyekê de ye lê dewleta Tirk niha tenê 200 metrekab di her saniyekê de berdide.

(şx)

ANHA