Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû

Ciwanên şoreşger bi meşeke dirêj  piştgiriya xwe ji Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re nîşan da û şêniyan bi kêfxweşî pêşwaziya meşvanan kirin.

Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
Meşa dirêj bi moralên bilind û rihê kolektîf derbas bû
19 gulan, 2021   02:46
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di 16’ê vê Gulanê de ji bo piştevaniya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê re, dest bi meşeke dirêj kir.

Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de berxwedaneke lehengî li hember êrişên qirkirin û dagirkiriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên girêdayî Başûrê Kurdistanê raber dikin.

Derdora hezar endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn. Ciwanan 100 kîlometere li ser piyan ji Qamişlo heta navçeya Dêrikê meşiyan û di Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê re derbas bûn.

Ciwanên beşdarî meşê bûne, cilên sor li xwe kirin û pankartên" Bi berxwedana Rêber Apo ji Metîna heta bi Zap û Avaşînê em ê teqez bi ser kevin", "Li dijî dagirkeriyê her ciwanek dibe şervan" û "Bi berxwedana jinên ciwan em ê serkeftinê misoger bikin" hildan. Her wiha diruşmên bi banga rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê berz kirin.

Şêniyên gundên ku meş tê re derbas dibûn, bi şanazî pêşwaziya ciwanan kir û di êvarî de ciwan birin malên xwe.

Jina bi navê Nûroj Ehmed mîna bi sedan şêniyên Girkê Legê pêşwaziya meşa dirêj a ciwanan kir û gelek ciwan birin mala xwe.

Nûroj Ehmed wiha got: "Ez piştgiriya meşa ciwanan dikim. Dema min ji ciwanan re gotiye werin mala min û wan jî erê kir, ez pir kêfxweş bûm. Ji ber ku ev tiştekî pir hêsan e ku ji wan re pêşkêş bikim ku meşeke dirêj li dar xist, da ku dengên wan bigihînin cîhanê."

RIHÊ KOLEKTÎF Û MORALÊN BILIND

Tevî meşa dirêj, lê moralên ciwanan bilind bûn û di meşa dirêj de rihê kolektîf serwer bû, wê jî hişt ku westana rê ji bîr bikin.

Di her navbereke ciwanan a li keviyên rêyan de, ciwanan dîlan digerandin û dengên xwe bilind dikirin. Li hev kom dibûn û yekî/ê ji wan jî kurtesemînerek li ser mijarekê dida û hin caran jî gotinên rêber Abdullah Ocalan digotin.

Meşa dirêj a ciwanan ji Girkê Legê ber bi Dêrikê ve duh êvarê piştî meşa 100 kîlometreyî bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ee8ZXImezhA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>