​​​​​​​Sûad Hiso: Êzidiyên li Efrîna dagirkirî rastî qirkirina etnîkî tên

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso teqez kir ku demografiya gundên êzidiyan ên li Efrîna dagirkirî, tê guhertin û ew rastî qirkirina etnîkî tên. Sûad bang li Kurdan û bi taybetî li civaka Êzidî kir ku li hemberî dagirkeriyê serî hildin.

​​​​​​​Sûad Hiso: Êzidiyên li Efrîna dagirkirî rastî qirkirina etnîkî tên
19 gulan, 2021   00:37
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ev çar sal in sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen û bi taybetî li hemberî êzidiyan dewam dikin. Li 22 gundên êzidiyan ên li navçeyên Efrîna dagirkirî, siyaseta guhertina demografiyê û qirkirinê tê meşandin.

Dagirkeriya Tirk bi rêya rêxistinên ji welatên Kendavê avahiyên mêtîngeriyê li gundên Êzidiyan ava dike, da ku malbatên çeteyan ên ji seranserê herêmên Sûriyê li şûna şêniyên resen ên wan gundan ku dane koçberkirin, bi cih bike.

Dewleta Tirk her wiha li hemû navçeyên Efrîna dagirkirî û bi taybetî li gundên êzidiyan bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

Dagirkeran bi wê tenê nekir, lê belê bi zanabûn mizgeft û navendên dayîna Quranê li gundên êzidiyan ava dike, piştî ku perestgehên wan wêran kirin. Herî dawî li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawa bi desteka komeleya bi navê “Ehelî Filistîniyên 48” li rex bi dehan avahiyên mêtîngeriyê kavirê bingehîn ê mezgeftekê û navenda dayîna Quranê danî. Komeleya “Eyadî Beydaa û El-Eyiş Bîkerame” yên girêdayî Qeter û Kiwêtê, komeleya “Ehelî Filistîniyên 48” fînanse dike.

Dewleta Tirk avahiyeke mêtîngeriyê li gundê Baflûnê yê Êzidî yê navçeya Şera jî ava kir ku ji 70 yekîneyên niştecihbûnê pêk tê. Niha bi dehan malbatên çeteyan ku ji piraniya herêmên Sûriyê hatine li wê avahiyê bi cih didin û di nav wan de malbatên Tirkmen jî hene.

Hêyayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker bi desteka komeleyeke kiwêtî, Navenda Yekitiya Êzidiyan a li Efrînê wêran kir û li şûna wê mizgeftek û navendeke dayîna Quranê ava kir. Kurdên Êzidî yên li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê neçar kirin ku fêrî Quranê bibin. Piştî ku şêniyan ew yek red kir, artêşa Tirk bi dehan êzidiyên gund revandin û gund heta çend hefteyan dorpêç kir. Heta vê kêliyê jî çaranûsa gelek şêniyan ne diyar e.

Der barê mijarê de, hevseroka Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin civaka Êzidî qir bikin, mînaka herî berçav a wê yekê avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên êzidiyan ên li Efrînê ye.

Sûad teqez kir ku piştî dagirkirina Efrînê, dagirkeriya Tirk piştî ku şêniyên gundan bi darê zorê da koçberkirin niha jî armanc dike nasnameya gundên êzidî yên li Efrînê biguherîne û malên wan vediguhere navendên ola Îslamê.

Sûad bi bîr xist ku der nêzî 3 hezar malbatên êzidî yên li 22 gundên li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rastî sûc û binpêkirinên herî hov tên.

Sûad wiha axaftina xwe domand: “Di nava rêzesûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî civaka êzidî ya li Efrînê de, para herî mezin ya jinên êzidî ye. Lixwekirina cilên Îslamî, serîgirtin û neçarkirina axaftina bi zimanên erebî û fêrbûna zimanê tirkî li wan jinan tê ferzkirin.”

Sûad da zanîn ku sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gundên êzidiyan ên Efrînê ji sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de li dijî xelkê Şengalê pêk anîne, ne cuda ne û wiha pê de çû: “Tişta ku DAIŞ`ê nikarî li Şengalê pêk bîne, dewleta Tirk niha hewl dide li Efrînê pêk bîne.”

Sûad destnîşan kir ku siaysetên dewleta Tirk ên bi hevkariya hikumeta Bexda û Başûrê Kurdistanê re ji bo dagirkirina Şengalê, di çarçoveya hewldanên veguherandina Şengalê ji bo Efrîna duyemîn û guhertina demografiya wê de tên meşandin.

Sûad beşdarbûna dewlet û komeleyên welatên Kendavê ku rêxistinên terorîst ên girêdayî Tirkiyê fînanse dikin, di guhertina demografiya Efrînê de bi taybet demografiya gundên Êzidî şermezar kir.

LI ŞÛNA KU ÇETEYAN FÎNANSE DIKIN, BILA WAN PEREYAN BIDIN GELÊ FILISTÎNÊ

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso di dewama axaftina xwe de got: “Filistîniyên ku bi navê “Filistîniyên 48” tên nasîn destekê didin avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gundên Êzidiyan û û propagandaya wê dikin. Herî dawî mizgefteke û navendên ola Îslamê hatin avakirin, her wiha li gundê Şadêrê yê êzidiyan ê li navçeya Şêrawayê avahiyeke mêtîngeriyê bi navê “Besme” hate avakirin da ku malbatên çeteyan lê bên bicihkirin.”

Sûad got li şûna ku “Filistîniyên 48” piştbiriya diravî didin çeteyên li Sûriyê, bila wan pereyan bidin gelê Filistînê û zarokên wan ku rojane rastî şer û êrişan tê.

Sûad teqez kir ku ruxmî şert û mercên dijwar jî ew bi îsrar in ku berxwedana xwe ji bo vegera li Efrînê û rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk, dewam bikin.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destekê nedin dagirkeriya Tirk û komeleyên îslamî yên tundraw ên li Efrînê ku demografiya herêmê diguhêrînin û civaka êzidî qir dikin.

Sûad her wiha bang li rêxistinên mirovî, navneteweyî û rêxistiên têkildarî mafên olan ên cîhanê kir ku yekser destwerdanê bikin û wiha domand: “Em rastî qirkirina etnîkî tên, divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê û hesabê ji dewleta Tirk li ser sûcên li dijî civaka êzidî bixwaze.”

Sûad Hiso di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî Kurdan û bi taybetî civaka Êzidî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin û têkoşînê bilind bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9qGq1CSqTqQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>