'Erka hikumetên cîhanê ye ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin'

Endamê rêveber ê nivîsgeha PYD’ê  ya Şedadê Fadil Hisên got, dosyaya girtiyên DAIŞ’ê xeterî û gefeke rasteqîn li ser pêşeroja herêmê çêdike. Hisên got, erka hikumetên cîhanê ye ku  welatiyên xwe yên DAIŞ'î vegerînin.

'Erka hikumetên cîhanê ye ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin'
18 gulan, 2021   23:43
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Tevî bangên bênavber ên Rêveberiya Xweser ku divê dosyaya DAIŞ’ê û malbatên wan ên li kampan di çarçoveya sîwana navneteweyî de were çareserkirin, lê rêveberiyê tu bersiv an jî çareyek ji vê dosyayê re wernegirtiye. Tevahî daneyên heyî didin nîşandan ku dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene naxwazin wan bibin û barê berpirsiyartiya wan li ser Rêveberiya Xweser dihêlin.

Endamê rêveber ê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê Fadil Hisên wiha got: "Dosyaya DAIŞ’ê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyayeke bigirêk e û divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi cidî li hember vê yekê tev bigerin."

Hisên wiha domand: "Ev çete xeteriyeke rasteqîn li herêmê çêdikin, ji ber ku fikirê wan cîhadî û tundraw e, her wiha barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser çêdikin."

Fadil Hisên da zanîn ku ji zêdetirî 4 salan e, çete û malbatên wan li kamp û girtîgehên xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha dom da axaftina xwe:"Me tu gavên rasteqîn ji hêla tu dewletekê ve nedîtiye ku welatiyên xwe vegerînin an dadgeheke adil di bin sîwana navneteweyî  de li ser xaka Rêveberiya Xweser ava bikin."

Hisên diyar kir ku digel bêçareya avakirina dadgeheke adil ji bo darizandina çeteyan, ew her tim bang li hikumetên cîhanê dikin ku welatiyên xwe bibin û li gorî qanûn û destûrên welatên xwe wan darizînin, da ku barê leşkerî, siyasî û aborî yê li ser rêveberiyê sivik bibe.

Endamê rêveber ê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê Fadil Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bang li dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene dikin ku welatiyên xwe bibin û wan darizînin, şandina şande û axaftina li ser rewşên çeteyan têrê nakin."

QSD’ê ji destpêka ragihandina serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê di 2019’an de li Baxozê de bang li dewletan dikin ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GIvvkSGL3bg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>