Li Helebê bi boneya Roja Şehîdan civînek hate lidarxistin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya Roja Şehîdan civîneke hate lidarxistin. Di civînê de Hevseroka Desteya Rêveber  a TEV-DEM'ê Zelal Ceger axivî û got: "Bi rihê berxwedanê em ê tevahî herêmên dagirkerî ji dewleta Tirk rizgar bikin.

Li Helebê bi boneya Roja Şehîdan civînek hate lidarxistin
18 gulan, 2021   18:37
HELEB

Civîn bi diruşma "Gulan meha pêngava me ye, meha girêdana me ya bi bîranîna şehîdên me ye" ji aliyê Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate lidarxistin. Civîn li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxê hate lidarxistin. Cihê civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Dema em şehîdan di vê rojê de bi bîr tînin, divê em behsa berxwedan û têkoşîna ku wan lehengan a ji bo azadî û jiyana birûmet bikin û soza şopandina rêça wan nû bikin."

Zelal Ceger bal kişand ser êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şêxmeqsûdê û wiha domand: "Şêniyên taxê yên ku soza berxwedan û parastina xwe û şopandina rêça şehîdan daye li hember van êrişan li ber xwe da."

Zelal Ceger bi domdarî got: "Ne ji israra şêniyan a li ser berxwedanê bûya me îro nikarî li ser vê xakê bi rûmet û azadî bijiya. Ji ber ku rihê berxwedanê di me de heye, em ê teqez tevahî herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, di serî de jî Efrînê, rizgar bikin."

Zelal Ceger di berdewama axaftina xwe de girîngiya xwedîderketin û parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin kir û wiha got: "Ev destkeftî bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi dest ketin. Bi wê re gelê Kurd Rêveberiya Xweser ava kir û projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyar kir."

Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê  Zelal Ceger wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em têkoşînê xurt bikin, da ku armancên şehîdan pêk bînin û tevahî herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XEStwSbUX8Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>