Dîroknas Biradost Mîtanî: Yên li hemberî êrişên dagirkeriyê bê deng dimînin dê têk biçin

Dîroknas Biradost Mîtanî diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk komkujiya Kurdan e û kesên li hemberî vî şerî bê deng bimîne, bi taybetî jî hikumeta Başûr, mehkumî têkçûnê ye.

Dîroknas Biradost Mîtanî: Yên li hemberî êrişên dagirkeriyê bê deng dimînin dê têk biçin
19 gulan, 2021   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê dewam dikin û artêşa Tirk li her deverê rastî berxwedaneke dîrokî ya gerîla tê. Hat ragihandin ku dewleta Tirk ji rêveberiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê destek xwest û piştî civîna Wezareta Pêşmergeyan û Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, artêşa Tirk destek şandiye herêma Metînayê ku lê asê maye.

Dîroknas Biradost Mîtanî êrişên dewleta Tirk a dagirker wek berdewama zîhniyeta Osmaniyan bi nav kirin û diyar kir ku dewleta Tirk mîna Împaratoriya Osmanî bi xwîn û komkujiyan xwe têr dike û destnîşan kir ku armanca wan a sereke qirkirin e.

Mîtanî diyar kir ku dewleta Tirk berdewama zîhniyeta Osmanî ye û got: "Bi serkêşiya Erdogan êrişên li ser destkeftiyên gelê Kurd zêde dibin. Erdogan dixwaze bi van êrişên xwe yên ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê, Împaratoriya Osmanî li herêmê vegerîne. Dewleta Tirk dixwaze Mîsakî Mîllî li Rojhilata Navîn vegerîne. Erdogan bi nêzîkbûna sedsaliya Peymana Lozanê re dixwaze qada xwe ya erdnîgarî berfireh bike."

‘BI XWÎNÊ XWE TÊR DIKIN’

Mîtanî diyar kir ku dewleta Tirk bi komkujiyên ji Împaratoriya Osmanî heta îro xwe têr dike û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker mîna Osmaniyan bi xwînê desthilata xwe berdewam dike. Ne tenê ez vê dibêjim; rewşenbîr, nivîskar, dîroknasên ku herêmê baş nas dikin, vê şîroveyê dikin. Di avabûna dewleta Tirk de komkujî heye. Êrişên îro yên li dijî Başûr nîşan didin ku rewş bi vî rengî ye."

Mîtanî got Erdogan kevneşopa xwe ya dîktatoriyê li ser nakokiyên li herêmê didomîne û wiha pê de çû: “Heke dewleta Tirk li dijî xwe tu hêzê nebîne û destekê ji hêzên navneteweyî bistîne, Erdogan dixwaze kevneşopeke qetlîamker a wekî sala 1514'an ya Sultan Yavûz a li dijî Safewiyan, Misir û Yemenê pêk bîne. Îro tenê gelê Kurd li dijî zîhniyeta Erdogan li ber xwe dide. Li aliyê din jî gelek hêzên navneteweyî û NATO destekê didin Erdogan."

BERXWEDANA DÎROKÎ

Mîtanî destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê ne tenê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne û got: “Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên hatine dagirkirin, nîşan da ku parçeyek ji konsepta nû ya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk her ku asê dimîne, bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef. Dewleta Tirk heta niha di êrişên xwe de têk çûye. Me berxwedana Garê dît. Me berxwedana li Hêftanînê dît. Niha her kes berxwedana dîrokî ya gerîla ya li ser êrişên li Metîna, Avaşîn û Zapê dibîne."

Mîtanî îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi çekên NATO'yê dixwaze gelê Kurd têk bibe û got: "Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe. Wek dîroknasekî ez difikirim ku cihên ku dixwazin dagir bikin, dê dawiya wan be. Dagirker nikarin xwe li hemberî gerîla li wan çiyayan ragirin. Gelê Kurd li her derê li ber xwe dide û şer dike û li dijî dagirkeran dê bi ser bikeve. Dewleta Tirk a dagirker ku li herêmê û di nava NATO’yê de xwedî gotin e, ji krîza rêveberiyê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê sûdê werdigire. Divê hikumeta Başûr û ya Iraqê li hemberî van êrişan bê tirs bertekan nîşan bidin.”

Mîtanî got, di heman demê de divê gelê Kurd li pêşberî van êrişên dagirkeriyê yekitiya xwe ya neteweyî misoger bike, heke hikumeta Başûr li hemberî dagirkeriyê bê deng bimîne, dê ev bibe hevparê vî şerî û divê Bexda û Hewlêr bi lezgînî mafên xwe yên navneteweyî bi kar bînin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk îlan bikin.

‘HEKE PKK NEBE DÊ ÊRIŞÎ HEWLÊRÊ BIKIN’

Mîtanî her wiha got piştî ku qirkirina li ser gelê Ermen ji hêla DYA'yê ve hate nasîn, li dijî gelê Kurd planeke nû ya qirkirinê hatiye danîn û bertek nîşanî nirxandina Mesrûr Barzanî ya li ser El-Cezîre TV’yê da û got: "Dewleta Tirk bi êrişa xwe ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk PKK'ê ji xwe re dike hincet. Îro jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûr dike. Heke PKK nebe, sibe dagirker dê êrişî Hewlêrê bikin.”

‘HEDEFA ERDOGAN BAŞÛR E’

Mîtanî daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî Başûrê Kurdistanê û Şengalê yên piştî biryara referandumê jî bi bîr xistin û got: "Dema Mesûd Berzanî referandum pêk anî, ma wê demê jî PKK hebû. Hemû dijminên Kurdistanê; Iraq, Îran û dewleta Tirk xwe kir yek û li dijî referanduma serxwebûna gelê Kurd sekinîn. Di encama vê rewşê de Kerkûk hate dagirkirin. Li Başûr dewleta Tirk baregehên xwe berfireh kirin. Gefên li dijî Şengalê piştî vê pêvajoyê dest pê kirin. Erdogan tevahiya Kurdistanê dike hedef."

Mîtanî diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya êrişên nû yên li ser Başûr gerîlayên azadiyê ne û got: "Gerîla ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê diparêze, her çar parçeyan jî diparêze. Divê gelê Kurd li hemberî êrişan hişyar be. Erdogan li her derê Kurdên xwe diafirîne.”

‘ÇETEYAN BI KAR TÎNIN’

Mîtanî daxuyaniya endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên ji Sûriyê û welatên din anîn Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi bîr xist û wiha domand: "Erdogan van çeteyan li dijî gelê Kurd li ser navê ol bi kar tîne. Erdogan çeteyan ji Qafqasya, Sûriye û Lîbyayê tîne û li dijî gerîla bi kar tîne. Gelek çeteyên dagirker ji bo şer bikin şandin Metînayê, li wir ji aliyê gerîla ve hatin kuştin. Ev yek di çapemeniyê de hat ragihandin. Erdogan bi navê îslamê hemû gelan dixapîne.”

‘DIVÊ LI HER DERÊ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’

Mîtanî daxuyaniya KCK'ê ya "Ev berxwedan berxwedana tevahî gelê Kurd e" bi bîr xist û wiha lê zêde kir: "Ev daxuyanî vegotina berbiçav a berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê ye. Gerîla di çalakiyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê de, zirarên mezin dide dewleta Tirk a dagirker. Gelê Kurd bi dayîna berdêlên berxwedanê re hat qonaxê. Berxwedana gerîla niha bi Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê re sînordar be jî, ev berxwedan bi giştî berxwedana gelê Kurd e.

Divê gelê Kurd li her derê berxwedana gerîla hembêz bike. Ji bo azadiya Kurdistanê û rizgarkirina xaka wê divê her kes ji kîjan partiyê be bila bibe, vê têkoşînê hembêz bike. Tevgera azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke birûmet nîşan dide. Keçên me yên ciwan, xortên me ji bo axa xwe, ji bo azadiya gelê xwe, xwe feda dikin. Divê em li vê berxwedana gerîla bibin xwedî.”

 ANHA