Însiyatîfeke jinan: Şerê Tirkiyê yê li dijî Kurdan rengekî din ê şerê Îsraîlê yê li dijî filistîniyan e

Însiyatîfa li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan a ji bo ewlehî û aştiyê ragihand ku ew piştgiriya gelê Filistînê dike û bal kişand ser şerê dewleta Tirk ê li dijî gelê Kurd û got ew wêneyeke din a kiryarên artêşa Îsralê yên li hemberî gelê Filistînê ye.

Însiyatîfeke jinan: Şerê Tirkiyê yê li dijî Kurdan rengekî din ê şerê Îsraîlê yê li dijî filistîniyan e
18 gulan, 2021   11:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfê di vî warî de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Îsraîl û dewleta Tirk ji bo ku planên xwe pêk bînin li hev kirine.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de got ew bi xemgînî şerê li Filistînê rû dide dişopînin û Filistîn weke  welatê xwe yê duyemîn bi nav kir.

Her wiha însiyatîfê destwerdana Îsraîlê ya li ser Xezayê şermezar kir ku hemû qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî bin pê dike û digihêje asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

`PIŞTGIRÎDAYÎN`

Însiyatîfê piştgiriya xwe bi gelê Filistînê re nîşan da û bang li hêz û rêxistinên navneteweyî yên têkildar kir ku yekser mudaxele bikin da ku vî şerî rawestînin û hesab ji kesên berpirsyar bixwazin.

`SIYASETEKE BI ZANABÛN`

Însiyatîfê diyar kir ku siyasetên li dijî gelê Filistînê têne meşandin, siyasetên bi zanabûn û yên navneteweyî ne ku hemû hêz dixwazin herêmê kontrol bikin, ji lew re li hemberî destwerdana Îsraîlê bêdeng in.

Însiyatîfê di dauxyaniya xwe de behsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hevrûyî sûcên Îsraîlê kir û wiha domand: “Şerê dewleta Tirk ê li dijî Iraqê, bombebarana li ser Başûrê Kurdistanê, sûcên ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta herêmên kurdî yên di nava sînorên Tirkiyê de dike ji girtinê bigire heta wêrankirina malan, koçberkirina sivîlan û kuştina wan, wêneyeke din a sûcên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê ye.

`HEVALBENDIYEKE STRATEJÎK A LI SER BINGEHÊ BERJEWENDIYAN `

Însiyatîfê di dawiya dauxyaniya xwe de da xuyakirin ku ji bo sekna li hemberî hevalbendiya stratejîk a ku li ser bejewendiyan di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ava bûye divê ev xal pêk werin:

-Em piştgiriya berxwedana gelê Filistînê ya li hemberî dagirkeriya Îsraîlê dikin.

-Divê hevalbendiyek di navbera rêxistinên jinan ên li herêmê bi giştî û rêxistinên Filistînê de bi taybet çêbibe, da ku li hemberî xetertirîn dijminên dagirker ku gelên herêmê parçe dikin û jin û zarokên wan dikujin, bisekinin.

-Em soz didin ku karê hevbeş di navbera rêxistinên aktîf û yên li ser astên herêmî û cîhanê bi bandor in de xurt bikin da ku ewlehî û aştiyê pêk bînin û piştgiriya mafê gelan ê ji bo diyarkirina çaranûsa xwe bikin.

-Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin û rola xwe pêk bînin da ku vî şerî bidin rawestandin.

(şx)

ANHA