Şerê li Xezayê di roja 9`an de berdewam e

Artêşa Îsraîlê vê sibê careke din bi dijwarî êrişî bajarê Xezayê û bakurê wê kir. Li gorî nûçegihanê me, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Li aliyekî din komên Filistînê bersiv da û wargehên îsraîlê topbaran kirin.

Şerê li Xezayê di roja 9`an de berdewam e
18 gulan, 2021   10:55
 XEZA

Li gorî nûçegihanê me yê li Xezayê, balafirên şer ên Îsraîlê vê sibê bi dijwarî herêmên cuda yên Xezayê bombebara kirin.

Hemwextî bombebaranê, keştiyên şer ên Îsraîêl, dron û topavên wê herêmên cuda yên Xezayê dikin hedef da ku kolanan û binesaziyê wêran bikin.

Vê sibê artêşa Îsraîlê ragihand ku wê dest bi planeke din kiriye da ku armancên stratejîk ên li Xezayê bike hedef. Ji ber wê li Xezayê metirsiyên aliyên Filistînê zêde bûye.

Li gorî raporan heta niha di warê agirbestê de tu pêşketin çênebûye. Çavkaniyan destnîşan kir ku Îsraîl naxwaze behsa agirbestê bike beriya ku li Xezayê bi serkeve.

Li gorî raporên Wezareta Tenduristiyê artêşa Îsraîlê bi zanabûn komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne, da ku zextê li ser Xezayê zêde bike. Herî dawî komkujiya sibeha yekşemê ku di encama hedefgirtina bi dehan avahiyan de yên li kolana El-Wehda ya taxa El-Rîmal a li rojavayê Xezayê 43 filistînî di nav de 10 zarok û 16 jin hatin kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezayê hejmara qurbaniyên destwerdana Îsraîlê ya domdar a li dijî Xezayê ku ji 10`ê Gulanê ve berdewam e gihaşt 212 şehîdan, di nav de 61 zarok, 36 jin hene û hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

Li aliyekî din komên Filistînê yên li Xezayê ragihandin ku bersivdayîna wan a li hemberî destwerdana Îsraîlê ya li ser Xezayê berdewam e û heta niha 10 îsraîlî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

(şx)