ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-05-2021
17 gulan, 2021   23:00

-Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Şehîdan meş ji aliyê meclisên malbatên şehîdan ve têne lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Radiyoya Dîcle Fm li herêma Dêrikê bi merasîmekê dest bi weşandê dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarê Lîwaa Siwar Idlibê Îskender Elaa got, êdî Idlib bûye “kaniya terorê” û diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyê dagir dike û li gorî berjewendiyên xwe parçe dike, lewma jî pêşeroja herêmê tarî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveber û endamên meclisên kantona Şehbayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdistanê parçe bike û Kurdan wekî astengiya sereke li pêş pêkanîna timayên Osmaniyan dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Mihemed Seîd El-Abdullah diyar kir ku ji dema qutkirina avê li ser bajêr ve, zêdetirî 753 rewşên jehrbûn û navçûnên hatine tomarkirin. El-Abdullah bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star li kampa Waşûkanî têkildarî Jineolojiya daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên li Helebê û navçeya Dirbêsiyê anîn ziman ku ew piştgiriya gerîlayan dikin û diyar kir ku gerîla dê dagirkeriya Tirk têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Jinên siyasetmedar diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne û banga hevgirtinê li hemberî van êrişan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Xweparastin polîtîkaya ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Li şûna vê, taybetmendiya exlaqî û polîtîk a civakê, ku nikare xwe bi parêze, wateya xwe winda dike. Civak an tê mêtingehkirin û dihele û dirize; an jî li ber xwe dide û dixwaze xisûsên xwe yên exlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û bi rola xwe rabe. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Bi diruşma "Pirrengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye, bi hev re em hunerê bikin buharek di dilê xwe de"  qonaxa duyemîn a Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn dest pê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di roja dawî de ji Girkê Legê ber bi Dêrikê ve dest pê dike, saet 08:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku hemû hewldanên pêkanîna azadiyê têk bibe û got: "Em rê nadin ku armanca xwe pêk bîne, em ê heta kêliya dawiyê li ber xwe bidin. "(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rûspiyên eşîrên ereban qutkirina ava Firatê wekî berdewamiya şerê dewleta Tirk ê li dijî herêmê bi  nav kir û da zanîn ku ev siyaset ji bo birçîkirina gel e û mijulkirina wê bi rewşa jiyanî ye. Rûspiyan banga li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî siyasetên dagirkiriyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Metirsiyên şêniyên Dêrazorê di çend rojên dawîn de ji ber kêmkirina ava çemê Firatê zêde bûn. Gerînendetiya Avê ya Dêraozêrê jî ji ber vê yekê hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi armanca zêdekirina rûberên kesk û kêmkirina qirêjiyê, li Qamişlo hejmareke mezin a şitilgeh hene û xwediyên wan piştrast dikin ku gelek şênî şitilan dikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî da zanîn ku rêjeya çandina mewsima havînê li gorî sala borî ji sedî pêncî paşve çûye. Gerînendetiyê bang li civaka navneteweyî kir ku zext li dewleta Tirk bike da ku ava Firatê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA