Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn

Dewleta Tirk ji 2018’an û vir ve li Efrînê bi her şêwazî talan, girtin, revandin, qetilkirina xweza û civakê pêk tîne. Rêbazeke din a êrîşa dewleta Tirk jî tacîz, tecawîz û guhertina demografiyê ye. Lê gelê Efrînê jî di van salan de bi her awayî li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide.

Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn
Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn
Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn
Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn
Bajarê ku di dorpêça dagirkerî û qirkirinê de li ber xwe dide: Efrîn
16 gulan, 2021   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN - MIHEMED EBDO

Li Efrînê talan, kuştin, revandin, tacîz, tecawîz û kuştin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve berdewam dike.

Gelê Efrînê ku beriya dagirkeriyê ji %97 Kurd bûn di encama guhartina demografya herêmê de daket derdora ji %20`an.

Sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên ku ji bermahiyên DAİŞ`ê mane pêk tê gelek caran bi belgeyan, gelek caran jî bi şahidiya xelkê herêmê heta bi gotinên mexdûrên êrîşan aşkere bû. Lê ruxmî hemû belge û şahidan jî sûcên dewleta Tirk ku li gorî qanûnên navnetewî sûc in, rastî tu berteka hêzên navneteweyî nehat. Heta dikare bêgotin ku ev sûc di bi piştevaniya mutefîqên dewleta Tirk yên cîhanî pêk hat.

Buyereke ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk hatibû hemû sûcên dagirkeran bi her awayî radixit ber çavan.

Çeteyekî Firqet El-Hemzat keçeke 18 salî tecawiz kir û 5 rojan li gel xwe hişt. Paşê ew radestî malbata wê kir û gefa kuştinê li bavê wê yê ku piştî revandina keça wî, bi temamî dîn bû, xwar.

/kr/uploads/files/2021/05/16/181622_-.webp

Ev bûye yek ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ye ku bi awayekî rojane li kantona Efrîna dagirkirî pêk tînin bû. Ev sûc ji aliyê parêzer û hiqûqnas Cibraîl Mistefa û hin koçberên kantonê ve ku ji 18`ê Adara 2018`an ve, hatine belgekirin, hatin vegotin.

3 sal in apê Hecî li kantona Şehbayê ye û hê jî çavên wî li hêviya dîtina zeviyê xwe yên darên fêkî û zeytûnan e. Li gorî apê Hecî, her sal wekî vê demê mewsima Hilûkan (Alûçik) dest pê dike. Apê Hecî piştî ku ji xaka xwe koçber bûye, wêneyên warê xwe di xeyalê xwe de xêz kirine.

Ev rapor resmek e ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên bermahiya DAİŞ`ê ne  ku li efrînê pêk tînin.

Di vê raporê de em ê xwe bispêrin welatî û çalakvanên hiqûqî yên çavdêriya sûcên li Efrînê pêk hatine, kirine, her wiha raporên rêxistinên navneteweyî û mirovî yên têkildarî guhertina demografiya li bajarê Efrînê yê dagirkirî. Di vê raporê de hûnê ji idîayan bêhtir sûcên ku ji aliyê van dagirkeran ve pêk hatine, bixwînin.

EFRÎN PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ

Bajarê Efrînê dikeve aliyê bakur rojavayê Sûriyê. Firehiya wê dighêje 3 hezar û 850 km2.  Kantona Efrînê ji 7 navçeyan pêk tê. Di aliyê rêveberî de 366 gund girêdayî wê ne. Li gorî serjimariya Heyva Sor a Sûriyê ya sala 2010`an de hejmara niştecihên wê 523 û 258.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê de, beriya dagirkirina Efrînê serjimariya welatiyên Kurd nêzî ji sedî 97, ereb û tirkmen ji sedî 3 bû.

Li gorî pêşbiniyên çavdêran, piştî dagirkirinê ev serjimarî hate guhertin. Serjimariya çete û malbatên ji parêzgehên din ên Sûriyê ku lê hatine bicihkirin gihaşt ji sedî 80`yî û serjimariya kurdên resen ên li kantonê daket ji sedî 20.

Parêzer û hiqûqnas Cibraîl Mistefa dibêj ku, ev rêje encama sûcên artêşa Tirk li kantona Efrînê ye.

Mistefa destnîşan kir ku kesên li Efrînê hatine bicihkirin çete û malbatên wan in, hejmara wan derdora 400 hezarî ye ku ji deverên cûda yên Sûriyê ne.

/kr/uploads/files/2021/05/16/181735_-.webp

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê cuda, şêniyê Efrînê Hikumet Elî yê ji pêkhateyê Ereb ku li Şehbayê bi cih bûye, operasyoneke qirkirinê bû ku li dijî kurdên li Efrînê pêk hat.

Li ser mijarê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe ya têkildarî guhertina demografya li Efrînê de ku di 1`ê Mijdara 2020`an de belav kir got: "Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê bi hemû hêza xwe demografya kantonê diguhere."

/kr/uploads/files/2021/05/16/181636_-.webp

Hecî Mistefa (60) ji gundê Merwana Jêrîn yê navçeya Cindirêsê ye, şahidê koçberkirina bi darê zorê ya kurdên Efrînê ye. Apê Hecî Mistefa wiha axivî: "Ji me re diyar kir ku ew li dijî rejîma Sûriyê ne. Lê em matmayî man ku ew bi dagirkeriya Tirk re ne da ku ajindeyên siyasî yên dîrokî yên mêtîngeriya Osmanî pêk bînin û hebûn û çanda me ji kokê rakin."

Li gorî rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên dewleta Tirk gihaşt xelkên Xûta, Humis, Dêrazor û hwd. Dewleta Tirk di 17`ê Gulana 2019`an de desteyên ku belgeyên nasnameyê û belgeyên niştecihbûnê didan, betal kir da ku qeydên resen biparêze û şênî neçar kir ku nasnameyan ji meclisa Efrînê derxîne. Ev jî gavek ji bo bicihkirina wan a dawîn li herêmê bû û wan ji warên wan dûr bixe û mafên wan ên vegerê di pêşerojê de tune bike.

/kr/uploads/files/2021/05/16/181758_-.webp

Hevseroka Herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ANHA`yê re axivî û ev tişt anî ziman: "Em bi hemû hêza xwe dixebitin da ku şêniyên Efrînê vegerînin cihê wan. Tevî rewşên zehmet ku rojane em dijîn, her wiha êrişên dewleta Tirk ên rojane, dorpêça ku li ser şêniyên Efrînê yên koçber hatiye ferzkirin lê soza ku me ji bo vegera gel li Efrînê daye dê tu carî me ji rêya ku em têre dimeşin, dûr nexe."

PROJEYÊN MÊTÎNGERIYÊ

Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, projeyên yekmîn ên avakirina avahiyên mêtîngeriyê di 15'ê Mijdara 2018`an de bi navê `Gundê Şamiye` dest pê kir ku bi desteka komeleyên Qeterî û Kendavî li herêmeke çiyayî li rojavayê bajarokê Miryemînê hat avakirin.

Piştre komelgeha Avrazê bi rûbera 1 km2, komelgeheke din li nêzî gundê Hec Hesna (Projeya avakirina 247 yekîneyên niştecihbûnê bi rûber 40 m2) û komelgeha Baflûnê bi rûbera 1 km2 hatin avakirin.

A ku balê dikişîne ew e ku ev gundê nû li ser lûtketa çiyayê Baflûnê yê stratejîk ê li rex gundê Baflûnê hat avakirin ku niştecihên wê kurdên êzidî ne û hemû ji warên xwe hatin koçberkirin da ku malbatên çeteyan di 60 malên wê de werin bicihkirin.

Girêdayî mijarê Cibraîl Mistefa dibêje: "Li zêdetirî 15 gundên Efrînê êzidî rastî qirkirinê tên. Ji ber ku beşek mezin ji wan koçber bûne û yên mayî jî bi zorê kirin musliman, hejmara wan li Efrînê bi awayekî mezin kêm bûye. Bi rastî ew çete ji îsalmê dûr in."

Mistefa teqez kir ku gelek avahiyên mêtîngeriyê li navçeyên Şiyê, Şêrawa û Şera hatine avakirin da ku şêniyên ji derveyî herêmê bi taybet ên Turkmen ên girêdayî istixbarata Tirkiyê tê de werin bicihkirin.

Li gorî toreyên nûçeyan ku sûcên dewleta Tirk a dagirker belge dike, rêxistina bi navê "Xûz Beyda" kampek li taxa Eşrefiye ya Efrînê ava kir, piştî ku dest danîn ser gelek erdên li dora depoya avê ya taxê.

Alavên girêdayî vê rêxistinê zemîna kampê dûz kirin da ku kamp li şûna wê ava bikin. Ev erda ku rêxistinê dest daniye ser a şêniyên bi navê Nasir, Henan Nasir, Mehmûd Keleş ên ji gundê Qîbar û şêniyê bi navê Mihemed Elî ye.

Li rex wê jî dewleta Tirk a dagirker desteka projeya gundê Kiwêt El-Rehme dike ku li gundekî navçeyê ye û ji aliyê komeleya Şam El-Xêr a mirovî (Ixwaniyê Kiwêtiyê) ve tê avakirin. Li gund 300 mal, mizgeft, navendeke tenduristiyê û paymengehek ji bo ezberkirina Quranê hene.

Avakirina van kamp û gundên dagirkirinê û projeyên din di nav de dibistan û mizgeftan, di çarçoveya temamkirina guhertina demografiya herêmê û rûniştandina dagirkeriyê de pêk tê ku xwedî bandorên dem dirêj in.

Li Efrînê tişta herî ecêbmayî hate kirin ku kampek ji bo filistîniyan li Efrînê hate avakirin. Navenda Belgerkirina Sivîl a Koçberên Filistînî ya li Bakurê Sûriyê di 15'ê Sibata 2020`an de belge kir ku hejmara filistîniyan li bakurê Sûriyê gihaştiye derdora 7 hezar û 500 kesî. Hemû ji kampên Deraa, Hums, Helebê û Yermûkê hatine.

Komelgeh û rêxistinên Turkmen bi sponseriya Tirkriyê li Efrînê çalak bûn. Meclisa Turkmen a Sûrî ku Enqere desteka wê dike, ragihand ku wê di 23'ê Tebaxa 2018`an de bi turkmenên ji Hums, Hema, Şam û Colanê re hatine Efrînê hevdîtin çêkiriye.

Di navîna Îlûna 2019`an de şandeyeke "Hizib El-Nehda ya Sûriyê ya Turkmen a girêdayî koma Sultan Mihemed El-Fatih" serdana gundên Efrînê kiriye ku şêniyên wê jê hatine koçberkirin û nehiştine lê vegerin û li şûna wan Turkmen hatine bicihkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê, turkmenên ji Laziqiye û Humsê di gundên Kurdan de hatin bicihkirin. Enqere hewl dide ku ji wan re avahiyan li gundewarê Efrînê ava bike.

Di raporekê de ku malpera Biladî ya muxalif di 29'ê Hezîrana 2018`an de belav kiriye, hat diyarkirin serokên komên turkmen, ji wan xwestine ku berê xwe bidin gundên Efrînê û bi navê kesayetên di meclisa bilind a turkmenan de, soz dane wan ku wan di gundên Kurdan de bi cih bikin.

Turkmen li Efrînê çalak bûn, avahiyeke xwe bi navê "Meclisa Bilind a Turkmenên Sûriyê" li Efrînê ava kir. Her wiha di bin navê "Xêrxwaziyê" de, Turkmen teşwîq kirin ku werin li herêma kurdî bi cih bibin.

Di 3'yê Adara 2020`an de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê cara yekemîn bi navê serokê Navenda Lihevanîna a li Sûriyê ya Rûsyayê general Oleg Goravlov, dagirkeriya Tirk tawanbar kir ku turkmenan li herêmên ku Kurd jê qewitandine, bi cih dike ku di encamê de guhertineke bingehîn di demografiya wan herêman de çêbû.

Qeter desteka piraniya van projeyan dike, her wiha di êrişên Enqerê yên li ser Efrînê de rolek lîst û piştgiriya wê kir. Bi rêya komeleyên ixwanan projeyên dagirkirinê finanse kirin û rolek di guhertina nasnameya kurdî ya Efrînê ya dagirkirî de lîst.

Rapora ku malpera "Open Democrasy a Brîtanyayê" di 19'ê Hezîrana 2020`an de belav kiriye, rewşa dagirkirinê ya li Efrînê wiha wesifand: "Tişta ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê diqewimin, jînosid e."

Di raporê de ev yek hat gotin:" Piraniya operasyonên leşkerî yên Tirkiyê Kurdan dike hedef. Daxuyaniyên ku banga valakirina bajaran ji hebûna leşkerî û rûniştandina jiyana asayî di nava bajaran de, hewldanên binkeftî yên xweşikirinê, hemû jê tê armanckirin ku were nîşandan ku komên Artêşa Wetenî li gorî rêgezan dixebitin. Lê bangewazî, tevgerên wan ên rojane derew derdixin. Bi armanca derxistina şêniyên Kurd ên resen û rûniştandina dagirkeriyê û fikirê tundraw ji bo projeya ixwanî, gelek sûc tên kirin. Ji kurdê resen belgeyeke fermî ya milkiyeta avahiyê tê xwestin, lê desteserkirina malan bi zorê tê rewakirin. Di encamê de demografiya niştecihbûnê tê guhertin û ji ya ku Erdogan di destpêka destwerdanê de îşaret pê kiriye, kêmtir e."  

Der barê rêbazên ku rêveberiya herêma Efrînê, di bidestxistina mafên koçberan de dimeşîne, Şîraz Hemo xuya kir ku ji bo wan raporên ku radestî aliyên navneteweyî û mirovî tên kirin gelek girîng in, li rex xurtkirina têkiliyên diplomasî da ku dengê gelê ku rastî sûcan û zordariyê tê ragihînin. Şîraz destnîşan kir ku doza Efrînê di bîra her koçberek de zindî ye, berxwedana wan ranaweste û bi israrin ku vê berxwedanê berdewam bikin.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK JI ALIYÊ QANÛNÊ VE

Qanûnên navneteweyî, guhertina demografîk di bin navên koçberkirin an jî valakirin an jî veguhestina bi zorê dide nasandin. Her wiha wek sûcên şer û sûcên jînosid û yên li dijî mirovahiyê bi nav dike.

Koçberkirina bi zorê wiha tê nasandin, ew derxistina bi zorê û derqanûnê ya komeke mirovan ji cihê ku lê dimînin e. Her wiha girtekeke ku hikumet an jî komeke nijadperest li hemberî kêmneteweyên etnîkî yan jî olî pêk tîne, da ku hinek cih û deverên diyar vala bikin û li şûna wan çîneke din bi cih bikin. Li gorî çalakvanê hiqûqî Cibraîl Mistefa ev hemû li Efrîna dagirkirî pêk tê.

Cibraîl Mistefa ku niha li kanotna Şehbayê ye, hewl dide ji aliyê qanûnî ve li fikirê ku tişta bi zorê hatiye birin dê bi zorê were vegerandin bigere û madeyên 6-7-8 ên pergala bingehîn a Romayê ya sala 1998`an bi bîr xistin ku koçberkirina bi zorê, wek sûcekî şer bi nav dike ku niha li Efrînê pêk tê.

Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) girêdayî sûcên hovane yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî raporek weşand û ev sûc bi "Rêgezeke metirsîdar" bi nav kir. Nivîsgehê, di raporê de destnîşan kir ku asta bûyerên kuştin, revandin, veguhestina bi zorê ya şêniyan, desteserkirina malan û milkan û valakirina bi zorê li wan herêman zêde bûye. Ji vir diyar dibe ku tiştên li vir hatine bibîrxistin, heman navaroka madeya 2 a Lihevkirina NY'yê (lihevkirina qedexekirina sûcê jînoside) ku di 9-12-1948`an de hatiye erêkirin.

Mistefa destnîşan kir ku pêwîste madeya 49 a 4 lihevkirinên Cinevê yên di 12'ê Tebaxa 1949`an de hatine erêkirin û protokolên girêdayî wî yên sala 1977`an ên der barê sûcên şer de pêk werin.

Mistefa diyar kir ku helwesta civaka navneteweyî polîtîk e, ji ber ku li hemberî guhertina demografîk tu gavên cidî navêje. Tenê bi rêya raporan şermezar dike bêyî ku girtekên cidî û rasteqînî bigire.

Mistefa Cibraîl teqez kir ku guhertina demografîk di tevahî qadên jiyanê de pêk hat û wiha domand: "Êdî li ser pêşeroja herêmê bûye gefeke mezin. Cih û war û girên dîrokî hatin talankirin, ev yek teşeyeke din a guhertina demografîk e. Ji bo dîroka herêmê tune dike û bi temamî diguhere, tişta li Nebî Hûrî û Mar Maron hatiye kirin mînaka vê yekê ye."

Şêniyê bi navê Hecî Mistefa destnîşan kir ku hemû mal û milkên wî hatine desteserkirin û diyar kir ku dagirkeran heta bîrên avê ku li nava zeviyê wî ye, bi hinceta terorê teqand. Mistefa fikirê Tirkiyê pergala şiband fikirê DAIŞ`ê, ji ber ku rê û rêbazên hovane li dijî şêniyên Efrînê dan meşandin.

Hecî Mistefa wiha domand: "Ez yek ji qurbaniyên guhertina demografîk im ku hebûna kurdî ya li Efrînê dike hedef. 3 hezar darên min ên zeytûnê hil kirin û qut kirin."

`ÎŞKENCEKARÊN HERÎ KIRÊT JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE HATINE ERKDARKIRIN`

Di benda 48`an a rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê ya der barê Sûriyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Li Efrînê jî, di Kanûnê de endamekî komên Artêşa El-Wetenî li deriyên malan da û tenê ji niştecihên Kurd ên resen belgeyên milkiyetê xwestin. Şêniyekî ku nikarî belgeyê nîşanî wan bide, neçar kir ku serî li nivîsgeha ewlehiyê bidin. Li wir gotinên nexweş jê re hat kirin û ev yek hat gotin; heke bi destê min bûya, minê her kurdekî ji 1 salî heta 80 salî bikuşta. Gefa girtinê lê xwar. Lê şênî ji ber tirsa li ser jiyana malbata xwe, piştî demeke kurd reviya. Jinek li cem rayedarên Tirk ên li navçeya Şiyê gilî kir ku mala wê hatiye desteserkirin. Lê jê re hat gotin ku bi Lîwa Silêman Şah re biaxive ku dewleta Tirk gelek maf daye vê komê da ku bi van mijaran re mijul bibe. "

Di raporeke din a NY`yê de, du komên çeteyên (Sultan Murad ku Lîwa Silêman Şah anku El-Emşat beşek jê ye) û Firqet El-Hemzat ku artêşa Tirk a dagirker desteka wan dike, bi xirabtirîn îşkencekaran li Efrînê wesifand.

Cibraîl Mistefa di vî warî de îşaret pê dike ku hebûna Nesir El-Herîrî li Efrînê û serdana wî ya ji bo serokê çeteyên Lîwa Silêman Şah Mihemed Casim ku têkiliyên wî di pêkanîna sûcên şer li dijî sûriyan de hene, tê wateya ku îtîlaf û hikumeta Tirkiyê berpirsên van sûcan in.

Her wiha di raporeke Rêxistina Efû ya Navneteweyî de hat gotin: "Komên çekdar ên ku bi desteka Tirkiyê kar dikin, sûcên mezin ên mîna desteserkirina milkên wan û girtina bê ser û ber li dijî sivîlan li Efrînê pêk tînin. Dibe ku ev kom û Tirkiye berpirsên êrişên bê ser û ber in ku di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û li heman herêmê rû dane."

Têkildarî talankirina ku li kantona dagirkirî pêk hatiye, şêniyê bi navê Hikmet Elî Ereb ê ji navçeya Şiyê ji ANHA`yê re axivî û got dewleta Tirk bi awayekî yekser êrişî wan kir û mîna ku dibêje talan û diziya ku pêk hatine nayên wesifandin.

Wêne û dîmenên ku nûçegihanê AFP'ê piştî dagirkirina Efrînê kişandine, gotinên Hikmet Ereb piştrast dikin.

Ereb li ser çaranûsa milk û malên wan ên li herêmê ku yên pêşiyên wan in, heke dewleta Tirk hedefgirtina Kurdan berdewam bike, bi fikar e û xîtabeke serokkomarê Tiriyê bi bîr xist ku dibêje heta kurd li Afrîkayê bin dê wan tune bike.

Tişta ku herî zêde Hikmet Ereb xemgîn dike ew e ku êdî ji niha û heta mirinê nikarin soza ku dane ku dê xizmeta darê zeytûnê bikin, bînin cih û di dawiyê de dibêje daxwaza wan a yekane vegera li Efrînê ye.

Der barê hovantirîn sûcên ku pêk hatine de Cibraîl Mistefa got: "Me gelek bûyer û sûc belge kirin. Lê bûyera herî hov ku bandor li min kiriye ew e ku çeteyê bi navê Mihemed El-Casim tevî endamên xwe, bi zorê keçek ji gundekî navçeya Cindirêsê dibin baregeheke xwe da ku dest bavêje wê û piştre tazî berdidin."

Mistefa Cibraîl teqez kir ku dewleta Tirk di dirêjahiya dîroka xwe de her tim qanûnên navneteweyî yên ku asteng bûne bi kar tîne û wiha domand: "Gelek madeyên van qanûnan, sûcên dewleta Tirk sûcdar dikin. Lê dewleta Tirk berjewendiyên siyasî bi kar tîne. Ruxmî ku bi sedan raporên navneteweyî ku sûcên pêkhatî belge dikin, hatine derxistin, lê dîsa jî tiştek nayê kirin ku rê li pêşiya van sûcan bê girtin."

ISTIXBARATA TIRKIYÊ Û ROLA WÊ YA DER EXLAQÎ LI EFRÎNÊ

Girêdayî vekirina navendên olî Cibraîl Mistefa diyar kir ku heta niha wan vekirina zêdetirî 20 cihên olî belge kirine ku fikirê tundraw belav dikin û cudabûn û neqebûlkirina aliyê din teşwîq dikin. Ji ber wê şêniyan neçar dikin ku zarokên xwe bişînin wan navendan û hîcanê Ii keçên biçûk ferz dikin.

Nûçegihanê ajans me nêrîna gelek şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin girt. Şêniyan ji tirsa kuştinê yan jî revandinê ji aliyê komên çeteyan ve, nexwest navên xwe eşkere bikin. Ji wan şêniyê bi navê H.E. ku got navaroka xîtabên nimêjê yên zarokan girêdayî cîhadê û avakirina xîlafeta îslamê ya osmanî ne.

H.E. diyar kir ku oldarên mizgefan ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve tê diyarkirin û mûçe didin wan. Bi şerta ku istixbarat navaroka xitbeyê diyar dike û li gorî rêgeza ku osmanî xelîfeyên rewa yên cîhana îslamî ne, werin şîrovekirin.

Her wiha H.E. destnîşan kirin ku şaneyên fihûşê û lotî yên girêdayî MÎT`a Tirk li Efrînê çalak in û got:" Endamên komên çeteyan tê xapandin û wekî bazirganiyeke bi qezenc çêdikin. Ji bilî vê, çete bi temamî tên kontrolkirin û bi rêya dîmenên pornografîk ku ji wan rê tên kişandin, tên şantajkiirn da ku wan neçar bikin ku tev li şerê derve yên Tirkiyê bibin."

`EFRÎN TÊ QIRKIRIN… EFRÎN TÊ SERJÊKIRIN`

Cibraîl Mistefa deteyên çîrokekê vegot ku bi dijwartirîn çîrokên ku belge kirine, bi nav kir û got: "Çeteyên Firqet El-Hemzat dest avêtin keçeke 18 salî û heta 5 rojan li cem xwe hiştin, piştre radestî malbata wî kirin û gef li bavê wê xwarin ku vî sirrî eşkere neke. Niha bav hişê xwe winda kiriye û dîn bûye. Li Efrînê hemû cureyên sûcên hovane tên kirin. Efrîn tê qirkirin… Efrîn tê serjêkirin.

Hevseroka herêma Efrînê Şîraz Hemo jî di dawiyê de teqez kir ku ew hewl didin van siyasetên dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan eşkere bikin û hewl didin sûcên li dijî şêniyên Efrînê belge bikin û belav bikin.

Vegera li Efrînê xwenda zêdetirî 350 hezar koçberên efrîniyên ku li kampên Şehbayê dimînn e, ku niha şer û mercên zehmet derbas dikin û çavê wan li vegera li Efrînê ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vXJxWchzxpQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>