​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2021
16 gulan, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrik û Dirbêsiyê mûman li ser gorên şehîdan bi boneya Roja Şehîdan saet di 18:00’an de pêdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk ji 2018’an û vir ve li Efrînê bi her şêwazî talan, girtin, revandin, qetilkirina xweza û civakê pêk tîne. Rêbazeke din a êrîşa dewleta Tirk jî tacîz, tecawîz û guhertina demografiyê ye. Lê gelê Efrînê jî di van salan de bi her awayî li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got "Dewleta Tirk bi rêya sûc, siyaset û zihniyeta Osmanî, digel bêdengiya hikumeta Şamê û civaka navneteweyî de hewl dide Sûriyê parçe dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Seîd Mele Yûsif bang li gelê Kurd, rewşenbîr û partiyên siyasî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwesteke hişk nîşan bidin û got “Dema ku dewleta Tirk êrişî Rojava, Başûr, Zap, Metîna û Avaşînê dike, ew tenê partiyekê hedef nagire, lê armanc dike Kurdan qir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan li Helebê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û ew wek qonaxa têkçûna dewleta Tirk bi nav kirin û got:"Divê em têkoşînê xurt bikin û rêberê aştî û mirovahiyê Abdullah Ocalan rizgar bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Mala Êzidî Ednan Kalo diyar kir ku biryara bidervekirina 4 ciwanên êzidî yên bi kuştina 2 ciwanên ereb hatine tawanbarkirin ji zêdetirî biryareke hiqûqî biryarekî siyasî ye û bi hewldana lidarxistina fîtneyê ye û bang li şêniyên gelên ereb û êzidî kir li pey van lîstokan neçin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Ekrem Hiso piştrast kir ku konferansa"Li dijî dagirkeriyê" ku bi tevlêbûna 260 kesên ji her çar parçeyên  Kurdistanê û Ewropa bi rê ve çûye, bi biryarên girîng bi dawî bû, di serî de jî tevahî beşdarî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker di hemû aliyan de bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Qedîfe Xelef a ji navçeya Tirbespiyê got kesên şêniyên Şengalê di nav destên çeteyên DAIŞ`ê de hiştibûn bûne sedema komkujiyên li dijî êzidiyan û îro jî bi rêya peymanan dixwazin wan bikin qurban, da ku siyaseta xwe ya nedemokrasî li ser wan ferz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Biratiya Kurdistanî Ednan Gêlo bang li Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li ser qutkirina ava Firat derkevin beriya ku karesateke mirovahî rû bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger di meşa xwe ya dirêj de di roja duyemîn de berdewam dikin, her wiha dê ciwan meşa xwe ji Tirbespiyê ber bi Qamişloyê ve berdewam bikin, saet di 08:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ciwanên Minbicê got topbarana li ser gundên Minbicê di serî de sivîlan dike armanc, û dixwazin pê tirsê bixin nav sivîlan. Her wiha destnîşan kirin ku dê li hember armancên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li gundê Kevrê Dena yê girêdayî Çilaxa kevrên mîna peykeran hene, nayê zanîn ku ev kevr xwezayî ne yan jî bi destan hatine çêkirin, ji bilî wê jî cihên lîngan hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pêkhateyên herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan hewldanên qirkirina li ser gelan dimeşîne û da zanîn ku bi qasî xurtkirina biratiya gelan dê tirsa dewleta Tirk ji pêkanîna êrişan pirtir bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA