Ciwanên Minbicê: Em ê li dijî çavnebariyên dewleta Tirk bisekinin

Ciwanên Minbicê got topbarana li ser gundên Minbicê di serî de sivîlan dike armanc, û dixwazin pê tirsê bixin nav sivîlan. Her wiha destnîşan kirin ku dê li hember armancên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Ciwanên Minbicê: Em ê li dijî çavnebariyên dewleta Tirk bisekinin
17 gulan, 2021   04:08
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane gundên li nêzî eniyên şer ên li bakur û rojavayê bajarê Minbicê; El-Hoşeriyê, El-Jat, Ereb El-Hesen, El-Mehselnî, Qirtwêran û El-Seyade dikin armanc. Ev yek dibe sedema wêrankirin û talankirina malên sivîlan.

/kr/uploads/files/2021/05/16/182535_-.webp

Têkildarî mijarê, yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û Gundewarê Wê Nasir El-Hesen got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca binpêkirina ewlehî û aramiya herêmê û koçberkirina şêniyên herêmê, rojane gundên li nêzî eniyên şer dikin hedef.”

El-Hesen wiha lê zêde kir: "Em wek ciwanên şoreşger li dijî van binpêkirinên ku sivîlan dikin armanc û malên wan wêran dikin, disekinin û her wiha em piştgiriya hêzên leşkerî yên ku herêmê ji êrişan diparêzin, dikin."

/kr/uploads/files/2021/05/16/182554_-.webp

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cimêlî jî got: "Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî Eyn Îsayê zêde dike."

El-Cimêlî diyar kir ku armanca van êrişan wêrankirina gundan û koçberkirina şêniyan e, her wiha guhertina demografiya herêmê ye. Ehmed El-Cimêlî got: "Em piştgiriyê didin berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmê. Em ê li kêleka hêzên xwe li eniyên şer, her wiha bi gelê xwe re û li dijî çavnebariyên dewleta Tirk ên li herêmê bisekinin.”

/kr/uploads/files/2021/05/16/182611_-.webp

Yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Semer Hezûrî destnîşan kir ku ew bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red dikin, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazan dixwazin ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin.

Semer wiha domand: "Siyaseta dewleta Tirk ên li dijî herêmê, ji qutkirina ava çemê Firatê, topbarankirina gundên sivîlan, pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê li herêmê û koçberkirina niştecihan ji mal û warên xwe, zelal bûye. Dewleta Tirk van binpêkirinan li pêşberî civaka navneteweyî pêk tîne.”

Semer Hezûrî di dawiya axaftina xwe de got: “Em wek ciwanên şoreşger divê li dijî her aliyekî ku dixwazin têkoşîn û berxwedana me bişikînin, her wiha li dijî çavnebariyên dewleta Tirk li herêmê, bisekinin.”

(dx)

ANHA