Meşa dirêj a ciwanên şoreşger gihaşt Tirbespiyê

Îro ciwanên şoreşger di çarçoveya hemleya seferberiya giştî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya " Pêngava Bazên Zagrosê" dabûn destpêkirin de, dest bi meşa dirêj kir û vê êvarê gihaştin navçeya Tirbespiyê.

Meşa dirêj a ciwanên şoreşger gihaşt Tirbespiyê
16 gulan, 2021   20:09
QAMİŞLO

Tevgera  Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca piştgiriya bi "Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê" û berxwedana girtiyên di girtîgeha Tirkiyê de meşeke dirêj  dest pê kir. Ciwanan vê sibehê ji bajarê Qamişlo bi tevlêbûna bi sedan ciwanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi meşê kir.

/ar/uploads/files/2021/05/16/193235_cbe7538e-3f80-4ebb-a6bf-1399f1bfb8ff.webp

Vê êvarê û piştî meşeke dirêj ciwan gihaştin Tirbespiyê, şêniyên navçeyê pêşwaziya wan kir û alên ciwanên şoreşger û meşele rakirin.

Meş di kolana giştî re gerî û li parka mezin a  naverasta navçeyê rawestî, her wiha ciwan û şêniyên navçeyê diruşmên silavkirina berxwedana gerîl berz kirin û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Tê payîn ku sibe ciwan ber bi navçeya Dêrikê ve biçin.

(eh)

ANHA

/ar/uploads/files/2021/05/16/193247_f6cafb09-2618-414b-bbe8-28aedfeabe6b.webp

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fesPofF7Wgk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>