Dewleta Tirk para Sûriyê ji ava Firatê kêmtir dike

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terboş eşkere kir ku ava çemê Firatê ya dikeve erdê Sûriyê gelekî daketiye û gihaştiye kêmtirî 200 metrekabik di saniyê de. Bi vê yekê re rêjeya avê li Sûriye û Iraqê kêmtir dibe.

Dewleta Tirk para Sûriyê ji ava Firatê kêmtir dike
16 gulan, 2021   10:40
KOBANÊ

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terboş ji ANHA`yê re daxuyand ku rêjeya ava çemê Firatê ya ku dikeve erdên Sûriyê duh daketiye 185 metrekabikan di saniyê de.

Ji beriya zêdetirî 3 meh û nîvan ve, dagirkeriya Tirk ava çemê Firatê ji ser welatiyên Sûriyê kêm kiriye. Di her sê mehên dawîn de di saniyê de tenê 200 metrekabik av derbasî xaka Sûriyê dibû.

Li gorî 3 hevpeymanên di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê de yên sala 1987`an, para Sûriyê ji avê 500 metrekabik di saniyê de ye, para Iraqê jî ji sedî 60 e.

Ji ber daketina rêjeya ava çemê Firatê li hundirê xaka Sûriyê, saetên kehrebeyê hatine kêmkirin û zirareke mezin gihandiye çandiniyê. Her wiha av qirêjî dibe û zirar digihêje masîvaniyê jî.

Bi vê rêjeya nû re, îhtimal heye ku ava çemê ji berê kêmtir bibe. Bi berdewamiya vê yekê re, dê şêniyên herêmê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

(cx)

ANHA