HRE: 2 endamên MÎT’ê, leşkerek û çeteyek hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê de 2 endamên MÎT’a dewleta Tirk û leşkerekî artêşa Tirk û çeteyek hatine kuştin.

HRE: 2 endamên MÎT’ê, leşkerek û çeteyek hatin kuştin
16 gulan, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî 2 çalakiyên xwe yên 10’ê Gulanê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê daxuyaniyek da. HRE’yê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Roja 10’ê Gulanê li herêma Şêrawa li hember dagirkeran 2 çalaki hatin lidarxistin. Çalakiya yekem li nêzî gundê Cilbirê li hember kaîdeyeke artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Çalakiya duyem, piştê nîvro saet di 16:00’an de li nêzî gundê Beradê hat lidarxistin. Dema leşker, çete û endamên MÎT’ê kom bûbûn, hêzên me li hember wan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek û 2 endamên MÎTê hatin kuştin, 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûn.”