Rûsyayê gundewarên Lazîqiye û Idlibê bombebaran kirin

Îro balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Lazîqiyê û Idlibê zêdetirî 12 êriş pêk anîn. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê gundewarên Lazîqiyê û Hemayê topbaran kirin.

Rûsyayê gundewarên Lazîqiye û Idlibê bombebaran kirin
16 gulan, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Lazîqiyê û Idlibê zêdetirî 12 êriş pêk anîne. Êrişên hewayî li dijî gundê El-Bernas û derdora wê ya li rojavayê Idlibê û girên El-Kebanê yên li çiyayê Ekrad ê gundewarên bakurê Lazîqiyê pêk hatin. Heta niha nayê zanîn ka di êrişan de kuştî û birîndar çêbûne yan na.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nuqteyeke dewleta Tirk li gundê El-Bernas heye.

Di heman demê de, vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdorê Kebanê, deverên din li çiyayê Tirkmen, Enkawî, Qahîre, Sermaniyê û Xirbêt Naqûs a li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

(cx)