Meclisa Ewlehiyê îro têkildarî Filistînê dicive

Meclisa Ewlehiyê, ji bo nîqaşkirina rewşa Filistînê dê îro bicive. Tê payîn ku nûnerên Îsraîl û Filistînê, nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya Rojhilata Navîn Thor Wennesland jî beşdar bibin.

Meclisa Ewlehiyê îro têkildarî Filistînê dicive
16 gulan, 2021   08:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn bi daxwaza Tunis, Norwêc û Çînê hat lidarxistin. DYA`yê jî dema her sê dewletên navborî daxwaza lidarxistina civînê kir, ev pêşniyar red kir.

Ji aliyekî din ve jî, Erebistana Siûdî civînek di Meclisa Ewlehiyê de li dar xist û bal kişand ser êrişên dawîn ên Îsraîlê û erka civaka navneteweyî der barê parastina sivîlan de.

Serokê Filistînê bang li serokê Amerîkayê Jeo Biden kiribû ku destwerdanê bikin da ku rê li ber sûcên Îsraîlê yên li ser Filistînê bigirin.

Koşka Spî daxuyaniyek da û tê de got Biden ji Ebas re piştrast kir ku ew destekê didin jiyana filistîniyan di ewlehî, azadî û rûmeta wan de, her wiha destekê didin mafên Îsraîlê yên parastina rewa.

Li gel hemû bangên navneteweyî yên rawestandina şer, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja şemiyê destnîşan kiribû ku operasyonên Îsraîlê li Xezayê dê bidomin heta ku armancên xwe yên girîng pêk bînin.

(dm)