Masîgiran ji ber kêmbûna ava çemê Firatê hişyarî da

Masîgirên Dêrazorê hişyarî da ku cureyên masiyan ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê di xetereyê de ne û got "Hejmara masiyan kêm bûye, rewşa masîgiran zehmet dibe ji ber ku masî çavkaniya yekane ya debara me ne.”

Masîgiran ji ber kêmbûna ava çemê Firatê hişyarî da
16 gulan, 2021   07:18
DÊRAZOR

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 3 mehan ve ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye. Rêjeya avê di hefteyên dawîn de gihaşt asta herî kêm di dîrokê de. Ev yek gefan li ewlehiya xwarina zêdetirî 5 milyon kesî li Sûriyê û 7 milyon kesî li Iraqê, dixwe.

Her wiha kêmbûna rêjeya avê bandorê li aliyên ekolojîk û jiyanî dike ku yek ji wan jî masîgirî ye û çavkaniyeke sereke ya debara jiyanê ya niştecihên Dêrazorê ye.

Di vê derbarê de masîgirên gundewarên rojhilatê Dêrazorê hişyarî da ku dewlemeniya masiyan di çem de kêm dibe û destnîşan kir ku encamên kêmbûna avê li ser jiyana wan gelek in.

Xalid El-Zayid yek ji masîgiran e û dibêje: "Piraniya niştecihên debara xwe bi masîgirî û çandiniyê dikin. Di van rojan de dibe ku masîgir derkevin nêçîrê lê dê vala vegerin. Nikarin pariyê xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin. Rewşa me pir zehmet e."

El-Zayid diyar kir ku di demên berê de di rojekê de masîgiran ji 15 heta 20 kg masî digirtin û got: “Li beramberî wê di dema heyî de masîgirên herî jîr nikarin zêdetirî 2-3 kîloyan jî bigirin.”

‘HIN CUREYÊN MASIYAN NEMANE’

Xalid El-Zayid metirsiyên xwe ji ber kêmbûna ava çem diyar kir û got heke bi vî awayî dewam bike dê gelek cureyên masiyan tune bibin. Her wiha tekez kir ku hejmara masiyan bi awayekî zêde kêm bûye, rewşa masîgiran zehmet e û wiha domand: "Ji ber kêmbûna avê em van zehmetiyan dikişînin.”

El-Zayid di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji wan ku zêdebûna gihayê çem ku tevgera torên masiyan asteng dike. Her wiha zêdebûna qirêja avê ku bandorê li tevgera jenetorên kehrebeyê yên keştiyên nêçîrê dike.”

GIHAYÊN DERDIKEVIN MASÎGIRIYÊ ASTEND DIKIN

Masîgirê bi navê Zayid El-Xerîb jî got, masîvanî çêdereke sereke ye ku şênî pê debara jiyana xew dikin.

Zayid El-Xerîb diyar kir ku ji beriya zêdetirî mehekê ve ji ber daketina rêjeya avê, hejmara masiyan kêm dibe û wiha domand: “Em gelek zehemtiyan dikişînin, ji wan gihayên li çemê zêde dibin û tevgera tora girtina masiyan asteng dikin. Her wiha av qirêj û şortir bûye. Ji ber van mercan em bi rewşeke trajîk re rû bi rû mane.”

El-Xerîb destnîşan kir ku divê rêjeya ava çemê bê zêdekirin ji ber ku kêmbûna avê gefan li ekeolojiyê dixwe û bandorê li jiyan û qûta şênî û cotkaran dike.

(dx)

ANHA