​​​​​​​Dîmenê 2 çalakiyên gerîla li Heftanînê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê weşand. Di wan çalakiyan de 7 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û 2 kozik hatibûn rûxandin.

​​​​​​​Dîmenê 2 çalakiyên gerîla li Heftanînê hate weşandin
16 gulan, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, hêzên me 23'ê Nîsanê saet di 13:40'î li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li qada Koxê Mele Yehya du çalakî li dar xistin. Di çalakiya destpêkê de kozikek çeka A4 a dagirkeran tevî 4 dagirkerên tê de hate îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî li komek dagirkerên ku li hev civiya bûn hate xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Di herdu çalakiyan de 2 kozik hatin rûxandin û 7 dagirker hatin cezakirin."

(cx)