Warwar... teyrekî bi rengên xweşik e û dijminê mêşên hinguv e

Tevî xweşikbûna reng û dengê wê, lê li ser mêşên hinguv xeteriyekê çêdike, ji ber ku dixwe û di heman demê de hêmanekî ji hevsengiya xwezayê ye.

Warwar... teyrekî bi rengên xweşik e û dijminê mêşên hinguv e
16 gulan, 2021   07:02
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Îsal refên mezin ên teyrên warwar li Qamişlo bi der ketin ku ev jî xeteriyeke mezin li mêşên hinguv çêdike, ji ber ku dixwin.

Teyrê warwar bi lez tev digere û bilind difire, ji ber baskên wê mezin in û dûvê wê pê re dibe alîkar. Dirêjahiya her teyrekê di navbera 17 heta bi 35 cm. Bi hev re bi awayekî refan dijîn û hêlînên xwe di giran an jî şkeftan de heta nîvmetreyekê kûr çêdikin.

Rengê warwar ji kesk, sor û şîn e, li derdora çavan jî rengê reş heye, lê rengê teyrê nêr û mê ji hev ne cuda ne, tenê yê nêr zêde dibiriqe.

Warwar ji teyrên bi hev re dibin alîkar, nêr û mê di hêlînê de xwarinê ji çîçikên xwe re tînin.

Teyrên warwar ji teyrên ku her tim koçber dibin û li gorî bijîşkê beyterî Heval Yûsif, ev teyr di salekê du caran berê xwe dide Qamişlo, di werzên bihar û payîzê de. Yûsif da zanîn ku, da ku xwe zêde bikin ev teyr berê xwe didin Qamişlo, di navbera 4 heta bi 7 hêkan de dikin, teyrê nêr û mê li ser hêkan rûdinin.

MÊŞÊ HINGUV XWARINEKE SEREKE YA TEYRÊ WARWAR E’

Ji xwarina sereke ya teyrê warwar mêşên hinguv e, bi hezaran dixwe, bi wê re zirareke mezin bi xwediyên mêşan dikin, bi taybet di biharê de.

Teyrê warwar ji sedî 69 mêşên hinguv dixwe û ji sedî 31 gurmikên din dixwe.

Warwar êrişî qendîlên mêşan dikin û mêşan dixwin, bi wê re dema mêş dengê teyr dibihîsin, tevlihev dibin û direvin. Her wiha meliketan dixwe û mêşên nêr ên ku bi melikan re dizewicin dixwe. Ji lew re mêş zêde nabin û kêm dibin.

‛ŞÎRETÊN JI BO XWEDIYÊN MÊŞAN’

Bijîşkê beyterî Heval Yûsif ku yek ji xwediyên mêşên li Tirbespiyê ya Qamişlo ye, destnîşan kir ku refên mezin ên teyrên warwar îsal hatin Qamişlo. Her wiha Yûsif şîret li xwediyên mêşan kir ku mêşên xwe ji cihên gir û şikeftan bi dûr bixin, ji ber teyrên warwar hêlînên xwe di wir de çêdikin, bi taybet di mewsima hêkan de. Bi wê re teyr êrişî mêşên li nêzî cihê xwe dikin.

Heval Yûsif hişyarî li ser nêçîra teyrên warwar da, ji ber ku hêmaneke ji hevsengiya xwezayê ye û gurmikên dîtir dixwin, bi taybet gurmikên bizirar. Ji ber ku nêçîrkirina warwar ne çareyeke ku mêş werin rizgarkirin. Lê çare di veguhastina qendîlên mêşan ber bi cihekî dûrî hêlînên wan e yan jî refên warwar ji cihên mêşan bi rêya tirsandinê werin bidûrxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OVL1TEBX51I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>