Êzidî: Bila hikumetên Bexda û Hewlêrê dest di kar û barên me wernedin

Civaka êzidî bang li hikumetên Iraqê û Hewlêrê kir ku dest di kar û barên wan wernedin û destnîşan kir ku pêwîstiya êzidiyan bi hêzên derve nîn e.

Êzidî: Bila hikumetên Bexda û Hewlêrê dest di kar û barên me wernedin
13 gulan, 2021   23:42
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Ji dema rizgarkirina Şengalê ve, hêzên herêmî û navneteweyî hewl didin rewşeke li gorî berjewendiyên xwe li Şengalê ferz bikin ku bi saya gerîlayên HPG`ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin.

Di 9'ê Cotmehê de hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Amerîkayê û dewleta Tirk li dijî Şengalê peymanek îmze kir. Gelê Kurd û bi taybetî Kurdên êzidî wê peymanê red dikin.

Êzidî bi îsrar in ku kar û barên xwe yên hundirîn dûrî destwerdananên derve bi xwe bi rê ve bibin. Endamê Mala Êzidiyan Enwer Xelef têkildarî mijarê got: "Êzidiyên Şengalê tenê dixwazin xwe biparêzin û aramiyê pêk bînin.”

Her wiha teqez kir ku gelê êzidî piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê êdî ne wekî berê ne û dê rê nedin hêzên derve ku derbasî xaka wan bibin.

Xelef hikumeta Iraqê rexne kir û wiha got: “Hikumeta Bexdayê naxwaze gelê êzidî banga mafên xwe bike û dixwaze her tim êzidî di bin serweriya wê de bin."

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kir, hêzên hikumeta Iraqê û hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê reviyan. Di encamê de çeteyan zêdetirî 5 hezar êzidî kuştin û nêzî 3 hezar jinên êzidî revandin ku heya niha çarenûsa gelekan ne diyar e.

Xelef wiha axaftina xwe dewam kir: “Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin û jin û zarokên me revandin, hikumeta Bexdayên li ku derê bû? Piştî ku gelê Şengalê rêveberiya xwe ya xweser ava kir û dest bi parastina xwe kir, hikumeta Iraqê li ser hesabê Şengalê car din peymanan îmze dike, ji ber ku naxwaze ku parêzvanên Şengalê ji şêniyên wê bin.”

Xelef teqez kir ku wek êzidiyên Şengalê li herêma Cizîrê dê her tim li kêleka gelê Şengalê bin û heya dawiyê piştgiriya wan bikin. Her wiha diyar kir ku divê gelê êzidî li seranserî cîhanê bêdeng nemîne û mafê xwe daxwaz bike.

Xelef wiha lê zêde kir: “Dema ku hikumeta Iraqê jinên ji hêla DAIŞ'ê ve hatine revandin vegerîne, wê demê dikare qala Şengalê bike."

‘EM Ê HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN ŞENGALÊ’

Welatiya bi navê Wensa Xelîl a ji gundê Qezalçox ê navçeya Amûdê jî peymanên li dijî Şengalê şermezar kirin û got: “Em van peymanan qebûl nakin, em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin Şengalê.”

Wensa hikumetên Bexda û Hewlêrê bi qirkirin û tunekirina êzidiyan û dûrxistina wan ji adet û ola wan tawanbar kir û teqez kir ku ew dev ji Şengalê û ol û adetên xwe bernadin û dê heta pêkanîna serkefitnê piştgiriya êzidiyan bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aPemVhUTaG8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>