​​​​​​​Elî El-Seed banga vegerandina çeteyên li kampa Holê li dewletan kir

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Koordîneya Nîştimanî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk teqez kir ku dewleta Tirk hewl dide çeteyên DAIŞ`ê vejîne û bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin û vê xetereyê ji civakê dûr bixin.

​​​​​​​Elî El-Seed banga vegerandina çeteyên li kampa Holê li dewletan kir
14 gulan, 2021   02:51
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Piştî ku DAIŞ`ê rûberên fireh ji erdnîgariya Sûriyê û Iraqê kontrol kiribû, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gelek pêngav da destpêkirin û hebûna DAIŞ`ê li herêmê bi dawî kir. Herî dawî di 23`yê Adara 2019`an de li Baxozê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê dawî li DAIŞ anî di aliyê erdnîgarî de hate tunekirin.

Lê belê ji ber hebûna şaneyên DAIŞ`ê li heêrmê û hebûna bi hezaran malbatên DAIŞ`ê û di nav ên biyanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xetereya çeteyan li herêmê hîna bi dawî nebûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi operasyonên cuda û bi awayekî domdar şaneyên girêdayî çeteyan dişopînin. Di 28’ê Adarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên di nava kampa Holê de “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Qonaxa yekemîn a operasyonê di 2`yê Nîsanê de bi dawî bû, tê de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin û gelek alavên leşkerî tevî radarên amadekirina mayin û xendekan ku çeteyan bi kar dianîn, di operasyonên lêgerînê de hatibûn dîtin.

Her wiha QSD`ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî di 9`ê Gulanê de operasyoneke leşkerî û ewlehiyê ya berfieh li geliyê El-Ecîc ê gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê ragihandibû.

XETERNAKTIRÎN RÊXISTINÊN TERORÎST ÊN CÎHANÊ

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Koordîneya Nîştimanî-Tevgera Guhertinê ya Demokratîk Elî El-Seed got: “Rast e DAIŞ di aliyê leşkerî de hat tunekirin, lê belê îdeolojiya wê hîna zindî ye. DAIŞ hîna li ser herêmê xetere ye. Dagirkeriya Tirk jî hewl dide çeteyên DAIŞ`ê vejîne.”

El-Seed teqez kir ku DAIŞ ji xeternaktirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê ye û wiha domand: “Bê guman, DAIŞ li ser herêmê hîna xetereyeke mezin e. Çeteyan dest avêt jinên me, zarok û gelê me ser jê kirin. Rêveberiya Xweser ji bo rizgarkirina herêmê ji hovîtiya çeteyan, 11 hezar şehîd da û terora wan li Til Hemîs, Hol, Dêrazor û herî dawî li Reqa û Baxozê têk bir.”

El-Seed bang li hêzên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe vegerînin, ji ber hebûna çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê berpirsyariya hemû dewletan e û wiha lê zêde kir: “Hinek dewlet daxwazên Rêveberiya Xweser ên vegerandina hemwelatiyên wan, paşguh kirin. Hinekan jî tenê zarok vegerandin. Jinên di nava kampê de yên herî xetere ne, ji ber wê divê jin û zarokan vegerînin.”

El-Seed kampa Holê wek “bombeyeke ku nayê zanîn dê kengî biteqe” bi nav kir û got: “Ruxmî derfetên Rêveberiya Xweser yên sînordar, lê li ser hesabê xwîn û keda şêniyên herêmê gelek tişt ji kampê re pêşkêş kir. Ji ber ku pêdiviyên ku dewletên mezin ji kampê re pêşkêş dikin kêm in û têra ji nû ve amadekirina zarokên DAIŞ`ê her wiha têra debara malbatên çeteyan nake.”

El-Seed wiha domand: “Berpirsyariya malbatên çeteyên li kampê ne tenê ya Rêveberiya Xweser e lê belê ya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê li ser bingeha mirovî û exlaqî Rêveberiya Xweser berpirsyariya kampê rakir.”

ZEVIYA MAYINAN

Her wiha El-Seed da zanîn ku Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla hebûna çeteyên DAIŞ`ê dan û axa xwe ji çeteyan rizgar kir.

Têkildarî avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê de El-Seed got: “Ev daxwazeke objektîf e.”

El-Seed kampa Holê bi “zeviya mayinan” bi nav kir û teqez kir ku divê terorîstên di nav de ji nû ve werin amadekirin û xetereya li ser herêmê were dûrxistin.

BÊDENGIYA HIKUMETA ŞAMÊ

Di berdewama nirxandina xwe de El-Seed bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê û got: “Hikumeta Şamê berpirsyariya vê yekê ji Rêveberiya Xweser re hişt. Ew dibêje ku dê Rêveberiya Xweser di vê yekê de bi bin bikeve. Lê tecrubeya Rêveberiya Xweser tecrubeyeke demokratîk a Sûrî ye û nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û ji bo çareserkirina aloziya li welêt xwedî proje ye.”

El-Seed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta niha hikumeta Şamê ne amade ye ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bipejirîne. Ji bo çareserkirina aloziyê tenê baweriyê bi hêza leşkerî dike. Lê çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogê, çareseriya siyasî û naskirina Rêveberiya Xweser pêkan e.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zjldPdQw8oI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>