Dayikên gerîla têkildarî doza malbata Şenyaşar: Divê hesab ji sûcdaran were xwestin

Dayikên gerîla destekdayîna bi malbata Şenyaşar re eşkere kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji sûcdaran were xwestin.

Dayikên gerîla têkildarî doza malbata Şenyaşar: Divê hesab ji sûcdaran were xwestin
13 gulan, 2021   10:22
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Di 14`ê Hezîrana 2018’an de endamên AKP`ê li navçeya Sirûcê ya girêdayî bajarê Riha yê Bakur Kurdistanê komkujî li dijî malbata Şenyaşar pêk anî û 4 kes ji malbatê kuştin.

Malbatê dest bi çalakiyê kir da ku banga edaletê di doza zarokên xwe de bike lê tu kesî heta niha guh nedaye vê yekê.

Dayikên gerîlayên HPG`ê (Dayikên Çarşemê) yên li navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re kiryarên dewleta Tirk ên li dijî malbata Şenyaşar şermezar kir û banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Dayika bi navê Remziye Remedan wiha axivî: "Ev hovîtî ji dewleta Tirk a faşîst ne dûr e. Me gelek bûyerên bi vî awayî dîtin.”

Dayika Remziye wiha domand: “Vê dayikê zarokên xwe li ser destê AKP`ê winda kir. Em wek dayika êşa wan dizanin. Dewleta Tirk çi ji Kurdan dixwaze û zarokên Şenyaşar çi kiribûn heta ku hatin kuştin. Divê edalet pêk were û hesab ji sûcdaran were xwestin."

Remziye Remedan destnîşan kir ku rûyê rast ê dewleta Tirk li pêşiya civaka navneteweyî û sûcên ku Ii dijî gelê Kurd pêk tîne were eşkerkirin û wiha domand: "Edalet û demokratîk ku dewleta Tirk banga wan dike, tenê dirûşme ne û rastiya wan tune ye. Doza Şenyaşar jî mînaka wê ye.”

Remziye Remedan di dawiyê de piştgirî û destekdayîna bi malbata Şenyaşar re diyar kir û tekez kir ku dayikên şehîdan bi malbatê re ne.

‘EM DESTEKÊ DIDIN MALBATA ŞENYAŞAR’

Dayika bi navê Sîham Elî jî got sedema sereke ku endamên malbata Şenyaşar ku tenê Kurdin, bi zimanê kurdî diaxivin û AKP`ê dixwaze bi hemû şêwazan Kurdan qir bike.

Sîham Elî destekdayîna ji malbata Şenyaşar re eşkere kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em û zarokên xwe destekê didin çi malbatên Kurd li Bakur Kurdistanê û em amade ji bo wan tiştên giran buha bidin."

Dayika bi navê Cîhan Derwîş sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyên Kurd li Tirkiyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Tu sedem tune ne ku 4 kes ji malbatakê werin kuştin. Tevî bangên ji malbatê heta roja îro hesab ji sûcdaran nehatiye xwestin.”

Cîhan Derwîş tekez kir ku dewleta Tirk nîkare îradeya dayikên gerîla bişkîne her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku sînor ji sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tîne, dayne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5G6Qtg7YPmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>