Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da

Meclis Leşkerî ya Suryanî Cejna Remezanê li Muslimanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û banga hevgirtin û yekkirina refan li hemberî astengî û gefan kir.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da
Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da
Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da
Meclisa Leşkerî ya Suryanî peyama Cejna Remezanê da
13 gulan, 2021   05:36
HESEKÊ

Îro Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya Cejan Remezanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em Cejna Remezanê li bira û hevkarên xwe li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî pîroz dikin. Em bi vê boneyê bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku li hemberî astengî û gefên li ser welatê me û ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna me ya salên borî, hevgirtî bin û hewldanên xwe bikin yek.

Em cejnê bi taybet li malbatên şehîdan û li dayikên şehîdan pîroz dikin. Serkeftin û ewlehiya ku me bi dest xistiye berhema fedekariyên wan şehîdan in, ku di oxira rûmet, maf û ewlehiya gelê me û hemû gelên bindest û azadîxwaz ên herêmê de xwe feda kirin.”

(cx)