Evîn Cûma: Qutkirina ava Firatê dê bi xwe re karesatekê bîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bang li rêxistinên hiqûqî û NY`yê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin beriya ku karesata ekolojîk ku gefan li jiyana bi milyonan kes dixe, çêbibe.

Evîn Cûma: Qutkirina ava Firatê dê bi xwe re karesatekê bîne
13 gulan, 2021   04:57
QAMIŞLO – HÊLÎN EBDULLAH

Dewleta Tirk ji Mijdara 2020`an ve ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye. Li gorî Nivîsgeha Desteya Enerjî û Pêwendiyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji ber wê jî av kêm bûye û rêjeya di golên bendavan de zêdetirî 5 metreyan daketiye.

Têkildarî mijarê, ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma got, ew zehmetiyên şêniyan ji ber kêmbûna ava çemê Firatê bi taybet bi kêmbûna barîna baranê di demsala zivistanê de, baş zanin.

 ‘AMADEKARIYÊN QIRKIRINA KOMΑ

Evîn Cûma destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk di kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê  amadekariyên qirkirina komî ye bi rêya tîkirina şêniyan, zuhakirina herêmê, bi taybet bi belavbûna Koronayê re.

 ‘BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYΑ

Evîn Cûma behsa pîvanên qanûnî di navbera Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê de kir û wiha anî ziman: "Ji aliyê qanûnî ve û li gorî qanûna Roma ku qutkirina ava çemê Firatê sûcekî şer e û sûcê qirkirina komî ye. Her wiha binpêkirina ji peymana ku di navbera Sûriyê, Iraq û Tirkiyê de der barê para Sûriyê û Iraq ji Sûriyê de hatiye îmzekirin de ye. Li gorî peymanê ku divê di her 1 xuleyê de 500 m3 ji ava çemê Firatê bighêje Sûriyê. Lê di dema heyî de ev rêje kêm bûye. Ji ber wê jî divê hikûmeta Şamê û hikûmeta Iraqê erka xwe li beramberî vê yekê pêk bînin û li dadgeha edaleta navneteweyî, giliyê Tirkiyê bikin."

 ‘AMADEKARINA RAPOREKÊ DER BARÊ KÊMBÛNA RÊJEYA AVA ÇEMÊ FIRATÊ DE‘

Têkildarî amadekariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê ji bo rawestandina van binpêkirina, Evîn Cûma ev agahî dan: "Em niha raporekê der barê kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê de amade dikin da ku bişînin ji aliyên pêwendîdar re. Em ê di rapora xwe de banga gilîkirina Tirkiyê li NY`yê re bikin da ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku sûcên wê li dijî gelê Sûriyê, bisekinîne."

‘GEL BI KARESATÊ RE RÛBIRÛ YE‘

Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma bang li rêxistinên navneteweyî yên NY`yê û rêxistinên hiqûqî yên pêwendîdar bi doza ewlehiya xwarinê û niştecihan kir ku rola xwe pêk bînin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê û Iraq ji ava çemê Firatê berde da ku herêmê ji karesata ekolojîk rizgar bike û wiha dawî li axaftina xwe bike: "Ev yek dihêle ku herêm bi karesetê re rû bi rû bimîne û nîşaneyên vê yekê derketine."

 (bx)

ANHA