Mele Newaf: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Efrînê heta Qendîlê ye

Beşîrê Mele Newaf tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevgera rizgariya Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîla tune bike û îşaret bi girîngiya yekitiya kurdî li hember êrişên dewleta Tirk kir.

Mele Newaf: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Efrînê heta Qendîlê ye
13 gulan, 2021   04:55
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Piştî ku dewleta Tirk di êrişên li ser çiyayên Garê de têk çû, di 23`yê Nîsana borî de dest bi êrişên berfireh ên li dijî Metîna, Zap û Avaşînê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf got armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna hêzên gerîla li herêmê, dagir bike.

Mele Newaf êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bi bîr xistin û wiha domand: "Dewletên desthilatdar şeran derdixin û êrişan pêk tînin. Dema ku mirov li dîrokê vegere em dibînin ku ew dewlet dixwazin rûbereke mezin dagir bikin."

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi taybet pêkhateyên li Bakurê Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk nefilitîne.

Têkildarî sedemên hedefgirtina dewleta Tirk ji gelê Kurd re bi taybet tevgera rizgariya Kurdistanê Beşîr Mele Newaf got: "Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê baş dizane ku astengiya yekane li pêşiya proje û armancên wê li Rojhilata Navîn, tevgera rizgariya Kurdistanê ye û ji ber wê jî her tim wê dike hedef."

Mele Newaf di berdewama axaftina xwe de got: "Ji destpêka ku tevgera rizgariya Kurdistanê di sala 1984`an dest bi têkoşîna çekdarî kir û heta roja îro dewleta Tirk êrişên xwe nesekinandin. Bi hemû çek, hêz û saziyên xwe hewl dide tevgera rizgariya Kurdistanê bi dawî bike."

Mele Newaf wiha domand: "Dewleta Tirk piştî şoreşa gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê jî serî hildin û projeyên wê û dapîrên wê têk biçin. Ji ber wê jî êrişên xwe li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê nasekinîne. Dewleta Tirk di her salê de 18 milyar dolar ji bo êrişên bi aramcan tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê, diyar dike."

 ‘DIVÊ YEKITÎ WERE AVAKIRIN‘

Beşîrê Mele Newaf yek ji daxuyaniyên Erdogan li ser çapemeniyê bi bîr xist ku têde wiha got" "Em ê çiyayên Qendîlê li ser serê PKK`ê xira bikin" û ev tişt anî ziman: "Em baş dizanin ku armanca Erdogan ku armancên dapîrên xwe di dagirkirina xeta di navbera ji Efrîn û heta Qendîlê pêk bîne. Ji ber wê jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike."

Mele Newaf behsa êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk bi hinceta hebûna tevgera rizgariya Kurdistanê li wan herêman dixwaze Kurdistanê dagir bike û baregehên xwe yên leşkerî zêdetir belav bike." 

Beşîr Mele Newaf behsa girîngiya yekitiya kurdî kir da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin û tekez kir ku dema mijar girêdayî gelê Kurd be hemû dagirkerên Kurdistanê li hember Kurdan dibin yek û dewleta Tirk serkêşiya wan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijminê sereke ji destkeftiyên Kurdan re AKP ye, ji ber wê divê Kurd yekitiya xwe ava bikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-WQrrLbgTEE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>